Xelkê me cejna Bêxwîn pîroz dike

Boneya Xidir Îlyas û Xidir Nebî vedigere 4 hezar sal beriya zayînê ku xelkê me heta roja me ya îro pîroz dikin, merasîm û amadekariyên me ji bone û şahiyên din cudatir in

Xelkê me amadekariya pîrozkirina Cejna Xidir Îlyas dikin. Li gorî baweriya xelkê me ev cejn girêdayî dema çandinî û destpêka biharê ye û mîrateyek çandî ya  dîrokî ye.

Pir cejn û bone bi rêya baweriya me pêk tên, şahî û pîrozeyên xwe em li dar dixin, da ku pîroziyên me neyên windakirin. Ji ber di dîrokê de xelkê me di gelek qirkirin û komkujiyan re, ji fermanan re derbas bûn.

Boneya Xidir Îlyas û Xidir Nebî vedigere 4 hezar sal beriya zayînê ku xelkê me heta roja me ya îro pîroz dikin, merasîm û amadekariyên me ji bone û şahiyên din cudatir in.

Li gorî axaftina hinek welatiyên me jî li gorî tê zanîn, ew zanyar û çîrokên me yên olî bi rêya zanista axaftinê belav dibe.

Ji bo vê boneyê daxmayek taybet û cuda heye, tê de serjêkirina qurban, neçîrkirin û rêwîtî qedexe û heram e. Ew jî girêdayî xebata çandinî û baweriyên me ye. Li gorî ola me, bi hatina Xidir Îlyas re mewsima reşandina tovan bi dawî dibe û dest bi mewsima zêdekirinê di xwezayê de dibe. Gotinek bi zimanî kurdî yên navdarên me heye, ew jî Xidirîlyas sal xelas e û wateya wê jî cejna Xidir Îlyas bi mewsima reşandina tovan re bi dawî dibe.

Ev bone di rojên pêncşem û înê yên destpêka Sibatê li gorî rêznameya rojhilat li dar dikeve. An ku pêncşema yekê piştî 14’ê Sibatê li gorî rêznameya mîladî (destpêka biharê û destpêka çandiniyê) ku xelkê me li Şengal û herêmên dîtir li gorî wê tev digerin. Lê xelkê me yê li herêma Efrînê di 1’ê Sibatê de li gorî rêznameya rojhilatî pîroz dikin.

Rojî di rojên duşem, sêşem û çarşemê de tê girtin. Dibe ku rojî di her rojekê de ji wan rojan be yan jî di sê rojan li pey hev de be ku tê de jî xwarin û vexwarin heta roja sêyemîn tune ye. Kesê rojî girtiye nanekî taybet ku şûr e dixwe (ev rojî ji her kesê navî wî yan Xidir an jî Îlyas re ye yan jî ji her kesê sê rojan rojiyê digire re ye).

Ji baweriyên vê cejnê re, amadekirina Qelandek an heye. Ew jî di roja sêşemê de pêk tê. Di wê de 7 cureyên ji tovên mewsima borî tê amade kirin, jêre tê gotin Berî Cot. Ew tov jî genim, ceh, nîsk, nok, garis û berberoj in piçek xwê jî lê tê zêdekirin.

Di şeva cejnê de jin cilên xemilandî ji zarokên xwe re amade dikin û tovan diqelînin û piştre bi rêya destarê kevirî yê destan dihêrin. Dûvre wan hêrandinê dixin feraqekê û li cihekî bilind û odeyekî hêdî heta sibeha roja pênşemê datînin.

Di rojên pênşem û înê de Bêxwîn tê amadekirin, ew jî ji dimsê şêrîn, av, ardê Qelandek ku berê hatiye çêkirin pêk tê. Bêxwîn bi zimanê erebî tê wateya bêyî xwînê û ew jî bi şeweyê gokên gilover bi mezinahiya lepekê tê çêkirin û li ser cîran û xizman tê belavkirin. Her wiha malbat hin Bêxwînê li nava zeviyan belav dikin, ji ber bi texmîna me ew yek dibe sedema xêr û bêrê li nava çandiniya me de.

Xelkê me di van du rojan de xwarina ku amade dikin li cîranên xwe belav dikin heta li cîranên ji olên dîtir jî belav dikin. Ji ber li gorî ola me, gotineke olî heye û dibêje; xêrên xwe li mirovan belav bike û nepirse ji kîjan ol an jî baweriyê ye.

Xelkê me li ser xwe xwarina goştê lawiran di Xidir Îlyas û Xidir Nebî de heram dikin, ji ber ev dem dema zêdekirina lawiran e.

Bi boneya vê rojê gotinek di nava me de heye; Xidir îlyas û Xidir Nebî kesê ne li mala xwe be behrewî tê de nebe.

Li gorî mîtolojiya baweriya me, Xidir Îlyas firîşteyê li kelha Mardînê ya Bakurê Kurdistanê di her salê de mîna mirov ji bo piştevaniya çandiniyê, dadikeve erdê û Xidir ne kesayetekî diyar e, lê mîna xwedawendeke pîroz e û perestgehên wê li tevahî cihên xelkê me lê hene, belav bûne, jê jî perestgeha Laliş a pîroz û di roja cejnê de serdana wê tê kirin.

Serokê Beşa Ola Êzidî ya Fakulteya Zanistên Olî ya Zanîngeha Rojava Nesîm Şemo ji ANHA re wiha dibêje; “Di rojên cejna Xidir Îlyas de, rojên ku ax şov e. Beriya cejnê jî 3 roj rojî hene û di nav de jî gelek pîrozî hene. Jê roja duşemê ya Xidir Îlyas e, roja sêşemê ya Xidir Nebî ye û roja çarşemê jî ya mirad û hêviyan e.”

Şahiya bi vê cejnê tenê merasîmên civakî û gelêrî ne û tu merasîmên olî yên taybet di perestgeha Laliş a pîroz de çênabin.

Kesayeta Xidir Îlyas asîmanî, efsanewî ya pîroz e û di berê de bi xwedayê çandinî û baranê dihat nasîn. Tê dîtin ku ji kesayeta Xidir Îlyas û dema daketina wî de, têkiliyek xurt bi çandinê û şînbûnê heye. Ji ber bi hatina wê, mewsima çandiniya tovan bi dawî dibe û rojî ji bo bereketê û zêdebûna berhema çandiniyê tê girtin.

ÇAVKANÎ; ANHA

Show More
Back to top button