Li wargehek Dihokê ciwanek dawî li jiyana xwe anî

Li bajarokê Şêxan ya ser bi Dihokê welatiyek birayê xwe kuşt, ciwanek jî li wargeha Bêrsîvê dawî li jiyana xwe anî.

Li gorî agahiyên hatine standin duh bi şev li gundê Zîna Vanî ya ser bi bajarokê Şêxan ya ser bi Dihokê, welatiyek birayê xwe yê bi navê R.B kuştiye. Gorî agahiyan kesê bûyer pêkanî Êzidiye û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Duh bi şev ciwanek bi navê Nurî Newaf (23) ê niştecihê wargeha Bêrsîvê ya ser bi Dihokê, dawî li jiyana xwe aniye. Tê gotin Nurî xwe hilawistiye, lê sedema bûyerê nehate zanîn. Derbarê bûyerê de aliyên peywendîdar jî ti agahî parvenekirine.

NAVENDA NUÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button