Meclisa Xweseriya Şengalê sersaxî ji Malbata Îbrahîm Derwêş re xwest
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji ber şehdeta Çalakvanê Siyasî Îbrahîm Derwêş Evdî ku di encama êrîşa liser Meclisa Gel a Sinûnê de birîndar bibû û îro gehişt asta Şehadetê, daxuyenek nivîskî da û da diyakirin ku ewê heya Şengalek xweser û azad wê liser şopa Şehîdan tekoşîna xwe dewam bikin.
Melcisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî sersaxî ji malbata Çalakvanê Siyasî Îbrahîm Derwêş ê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Meclîsa Gel a Sinûnê de birîndar bibû û îro şehîd bû re xwest.
Daxuyaniya Meclisa Xweseriya Şengalê wihaye
“Bi navê Melcisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê bi minasibeta şehadeta rêhevalê me Îbrahîm Derwêş Evdî ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser meclisa me ya gel a Sinûnê de birîndar bibû û piştî heftiyekê ji tekoşîna xwe li Nexweşxaneya Mûsilê gehişta asta Şehdetê, em sersaxî ji binemala wî re dixwazin. Wek tê zanîm civaka di dîrokê de û heya neha bûye hedefa dijminê mirovahiyê dewleta Tirk. Bê cûdahî gelê me jin, Zarok û her kes tên hedefgirgtin. Herî dawî di 15’ê Hezîranê de dewleta Tirk hovîtiya xwe bi hevkariya hin aliyên ne xêrxawazên vê civakê careka din kîna xweya dîrokî a li himber gelê Êzidî da diyarkirin. Rêhevalê me Îbrahîm roleka wî a berçav û kedeka wî a mezin di saziyên vê civakê de çêbû. Wek kesekî welatparêz bê navber tişta diket ser milê wî ji bo vê civakê dikir. Em wek Meclisa Xweseriya Şengalê ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan heya dawî emê tekoşîn bikin û heya Şengalek xweser û azad emê li pey armancên wan bin. Carek din em sersaxî ji gelê xwe û malbata Îbrahîm re dixwazin û em dibêjin şehîdên me namirin û hertim zindî ne”
ROJNEWS-ŞENGAL