Ji Tewafa Girdê Hesarê çend dîmen
Ev dîmen yên wê pîrozahiyê ne. Temaşe û guhdarî bikin.
Îsal jî li Şengalê Tewafa Girdê Hesarê bi tevlîbûna bi sedan kesî û gerandina govendê hate Pîrozkirin.
Bi taybet eşîra Dawidiyan ku piraniya wan li Xanesorê dimînin, salane bi belavkirina xêrê û gerandina govendê di yekemîn Îna piştî Çarşema Sor, cejna Silavgeha Girdê Hesarê ku dikeve navbera bajaroka Xanesor û nehiya Sinûnê de pîroz dikin.