Heyder Ebadî: Binpêkirina serweriya Iraqê mijarek cidî ye

Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî, êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezarkir û got, binpêkirina serweriya Iraqê mijarek cidî ye û divê siyaseta xwe ya li beramberî Iraqê di ber çavan re derbas bike.

Serokwezîrê Berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî, li ser hesabê xwe yê Twîtter helwesta xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê nîşanda.

Heyder Ebadî di peyama xwe de diyarkir binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve mijareke ciddî ye û têkiliyên navbera her du welatan ber bi astên nediyar ve dibe.

Di dewamê de Ebadî got, “Em li hemberî bêdengiya bi guman a hikûmet û hêzên siyasî yên Iraqê ya li hember van binpêkirinan matmayîne. Em bang li Tirkiyeyê dikîn siyaseta xwe ya li beramberî Iraqê di ber çavan re derbaske.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button