Şengal ji bo pêşengê xwe Merwan Bedel li ser piyan e

Darbesta Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwana Bedel ji aliyê civaka Êzidî ve bi soza tolhildanê ber bi Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş.Berxwedan ve tevî karwaneke mezin a wesayîtan birêket.

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda duh di êrîşa balafira biçek a bêmirov a dewleta Tirk a dagirker şehîd ketibû. Cenazeyê Merwan Bedel îro danê sibehê ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hate girtin û ji bo rê û resmên olî anîn mala wî. Bi sedan welatî jî li ber mala Şehîd Merwan Bedel kom bûn. Piştî ku rê û rêsmên olî encam dan, cenazeyê Merwan Bedel bi dengê def û şibêb û dirûşmeya şehîd namirin ji malê hate oxirkirin.

Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel bi karwaneke wesayîtan ji bo merasîmê ber bi Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi rê ket. Hemû şêniyên Xanesorê ji bo şehîdê xwe yê nemir daketiye kolanên Xanesorê û tevî darbesta wî ber bi şehîdgehê ve diherikin.

Piştî ku cenaze gihîşt şehîdgehê wê merasîm destpê bike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button