Welatiyên Êzidî: Em dixwazin rewşa Îmraliyê were zelalkirin

Endamên şaredariyên gel ên Şengalê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya CPT'yê dan û gotin: "Tiştekî xuya ji hevdîtina li Îmraliyê nîne, em dixwazin rewş were zelalkirin. Ne tenê dewleta Tirk, destê hêzên navneteweyî jî di vê tecrîdê de heye."

Piştî ku derket holê CPT’iyê di serdana xwe ya girava Îmraliyê de, bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye, ji ber rewşa tenduristî û ewlehiya wî tirs û fikar zêde bûne. Raya giştî li bendê ye ku CPT vê rewşê zelal bike, lê heya niha jî bêdengiya vê saziyê û saziyên muxatab berdewam dike. Li Şengalê jî civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê bi çalaki û bangawaziyên xwe benda ronîkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan in. Rêvebir û endamên saziyên gel ên Şengalê jî di serî de CPT bang li saziyên muxatab kirin ku agahiyeke zelal ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin.

‘Destê hêzên navneteweyî di tecrîdê de heye’

Endamê Şaredariya Gel a Guhbelê Siwarî Xidir bibîrxist ku tecrîd roj bi roj girantir dibe û wiha axivî: “Herî dawî CPT serdana Îmraliyê kiribû, lê derbarê rewşa wî de ti agahî neda. Sedema vê tecrîdê ne tenê dewleta Tirk e, destê hêzên navneteweyî di tecrîdê de heye, naxwazin fikrê wî di nav gelên bindest de berbelav bibe. Naxwazin fikre wî li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bibe, tirsa wan ev e.”

Siwarî Şengalî diyar kir ku ew weke civaka Êzidî ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan ji her çalakiyê re amade ne.

‘Civaka Êzidî bi fikrê Serok Apo re ye’

Ji rêveberiya Şaredariya Gel a Şengalê Cindo Emer Silêman jî tecrîda li ser Rêber Abdulah Ocalan weke rêgirtina fikrê azad binav kir û wiha got: “Naxwazin gelên bindest ji koletiyê xilas bikin. Em weke civaka Êzidî xwe weke deyndarê Serok Apo dibînin. Di roja ku em ber bi nebûnê ve diçûn, şagirtên wî xwe gihandin me û em rizgar kirin. Piraniya civaka Êzidî bi fikrê Serok Apo re ye. Dema gelên bindest azad bin û bigihîn heqê xwe wê hesabê ji desthilatdaran bixwazin. Loma naxwazin gelên bindest azad bibin.”

‘Kesekî azadîxwaz nikare were tecrîdkirin’

Endamê Şaredariya Gel a Zoravayê Dilşad Şengalî jî serdana CPT ya li Girava Îmraliyê bibîrxist û ev nirxandin kir: ”Tiştekî xuya ji vê hevdîtinê nîne. Ne xebereke xweş, ne jî xebereke nexweş nîne. Em weke ciwanên Êzidî dibêjin; Serokê me neyê berdan em Êzidî nînin. Wî fikrê xwe daye me, ew kesekî azadîxwaz e û nabe tecrîd li ser kesekî azadîxwaz hebe.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button