Vegera gel a ji bo Şengalê berdewam e

Piştî têkbirina êrişa çeteyên DAIŞ'ê malbatên ji Şengalê koçberbûyîn vedigerin ser cih û warên xwe. Îro jî du malbatên ku ji beriya 8 salan koçberbûyîn li cih û warên xwe vegeriyan.

Di 3 Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin ku bi sedan kes hatin qetilkirin, bi hezaran kes hatin revandin û bi deh hezaran kes jî koçber bûn.

Piştî rizgarkirina Şengalê û têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Gerîlayên HPG’ê ve malbatên ku koçberbûne hêdî hêdî li cih û warên xwe vedigerin.

Piştî derbazbûna 8 salên koçberiyê îro dû malbatên Êzidî ku di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de ji navenda Şengalê koçber bibûn, vegeriyan ser cih û warên xwe.

Malbatên vegeriyane li Navçeya Sêmêlê a Dihokê di nava jiyana koçberiyê de bûn û niha jî vegeriyan Taxa Şehîdan ya Şengalê.

Li gor bîlançoyên Qeymeqamê Şengalê ji meha Tebaxa sala 2022’yan ve nêzî 300 malbat vegeriyane ser cih û warên xwe ku piraniya van malbata Xelkê Başûrê Şengalê ne.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button