Berxwedana welatiyên me bi biryardarî didome

Îro jî ji navçeya Xanesorê bi dehan seyare wek konvoyek dirêj bi tevlîbuyînek bi hêz yê xelkê me ji vê navçeyê serê sibê gihêşte Şengalê û piştgiriya xwe ji bo çalakvanan anîn ser ziman

Çalakiya xelkê me li navenda Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 44’an de dewam dike. Çalakvan diyar dikin heta daxwazên wan pêkneyên, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Çalakiya ku Welatiyên me li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û bi armaca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi dirûma “Em hemû asayiş in” dayîn destpêkirin bi kelecanekî mezin didome.

Îro jî ji navçeya Xanesorê bi dehan seyare wek konvoyek dirêj bi tevlîbuyînek bi hêz yê xelkê me ji vê navçeyê serê sibê gihêşte Şengalê û piştgiriya xwe ji bo çalakvanan anîn ser ziman. Piştre jî Çand û Hunera Êzîdxan şahiyek ji bo çalakvanan pêk anîn û di serîde strana “Êzidxan hêza meye” jî di nav de gelek stran ji guhdarvanên li cihê çalakiyê re gotin. Piştî şahiyê li derdorê agirê cihê çalakiyê govend hate gerandin.

Çalakvan biryardariya xwe cardin anîn ser ziman û gotin heya xweseriya Şengalê û Asayîşa Êzidxanê jî di nav de saziyên hene neyên qebûl kirin ewê jî çalakiya xwe bidomînin.

Show More
Back to top button