Navenda Çanda Êzidxanê kongreya xwe ya 2’emîn li dar xist

Navenda Çanda Êzidxanê bi dirûşmeya ‘Em ê bi çand û hunera xwe dagirkeriyê têk bibin’ li Elmanyayê kongreya xwe ya 2’emîn li dar xist.

Bi dirûşmeya ‘Em ê bi çand û hunera xwe dagirkeriyê têk bibin’ Navenda Çanda Êzidxanê li derveyî welat kongreya xwe ya 2’emîn li bajarê Lohne ya Elmanyayê li dar xist.

Kongre bi rêzgirtina ji bo cangoriyên Fermana 73’emîn dest pê kir û piştre ji bo dîwanê 3 kes hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartina dîwanê rojeva kongreyê hate diyarkirin. Di kongreyê de li ser navê KCCÊ Cercûr Cemîl li ser rewşa dawî ya welat, Şengalê û li ser rewşa Êzdayetiyê axivî.

Hunermend Seyidxan jî li ser navê Tev-Çandê qala çand, huner û xwerêxistinkirinê kir.

Di kongreyê de piştî axaftina nûnerên saziyan, rapora kar û xebatê ya 2 salan hate xwendin û li ser raporê nîqaş hatin kirin.

Di dawiya kongreyê de 9 kes ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin. Rêveber wê piştre li hev bicivin û karbeşiyê bikin.

ANF-LOHNE

Show More
Back to top button