TAJÊ ji bo malbata Xefurî sersaxî xwest

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji malbata Dixtor Nemam Xefûrî ku di dema fermana 2014’an de bi mebesta alîkariyê hetibû Şengalê û jiyana xwe ji dest daye, sersaxî xwest

TAJÊ têkildarî mijarê peyamek sersaxiyê weşand.

Di peyamê de wiha hat gotin:

“Di dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi dehan nivîskar, rojnameger, rewşambîr û bijîşkan berê xwe dan Şengalê û li hemberî komkujiya liser civaka Êzidî bêdeng neman, alîkariya civaka Êzidî kirin. Yek ji van kesayetan jî Dixtor Nemam Xefurî bû. Dixtor Neman Xefurî jî êşa ferman û enfalê di zaroktiya xwede kişandibû û bi malbata xwe re koçî Swêdê kiribû. Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de berê xwe da Şengalê û jiyana bi dehan mirovan rizgar kir. Me duh agahiya wefata Dixtor Nemam Xefurî wergirt. Bi rastî em xemgîn bûn, wefata wê ji bo me weka civak û jinên Êzidî windahiyak mezin bû. Li ser navê TAJÊ em di serî de ji mabata Nemam Xefûrî, ji hemû dostên wê re sersaxî dixwezin, bila serê malbatê û civaka me sax be“.

ÇAVKANÎ: ŞİNGAL-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button