MXDŞ: Bila Iraq neyê lîstikên dewleta Tirk û PDK’ê

Cîgirê Hevserokatiya MXDŞ’ê Heso Birahîm da zanîn ku Meclîsa Gel a ku bi 27 endaman hate avakirin niha xwedî 27 sazî û dezgehan e û ev peyam da: “Biryara me ew e ku emê heya xweseriya Şengalê paş ve gav navêjin û emê kesên xiyanetê li Şengalê bikin derxin pêşberî gelê xwe.”

Îro li komelgeha Duhola ya Şengalê, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi minasebeta 7’emîn a salvegera damezrandina meclîsê  civiya. Tevahiya endamên Meclîsê ji pêkhateyên Şengalê tevlî civînê bûn. Di cîvînê de rapora Desteya Rêvebir a Şengalê hate xwendin û di çarçoweya raporê de rewşa siyasî, rêxistinî û xebatên ku têne meşandin bi berfirehî hate nirxandin.

Di nirxandinan de bi taybet polîtîkayên tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û hewldanên şikestina îradeya civaka Êzidî hatin nirxandin û li hemberî van polîtîkayan soza mezinkirina têkoşîna Şengala xweser û azad hate dayîn.

‘Mam Zekî û Merwan Bedel yek ji damezrînerên meclîsa gel bûn’

Di dawiya civînê de li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Meclîsê Heso Brahîm ve daxuyaniyek hate dayîn. Heso Birahîm da zanîn ku di 14’ê Çileya 2015’an de meclîsa avakar bi 27 endaman hatiye avakirin, di nav dorpêç û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bingeha meclîsa gel hatiye danîn û wiha berdewam kir: “Bi keda şehîdan ev meclîs hate avakirin ku yek ji wan Mam Zekî Şengalî, Ş.Berxwedan û Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel bûn.”

Heso Birahîm bibîrxist ku ji destpêka avakirina Meclîsa Gel a Şengalê û heya niha pêşengên civaka Êzidî hedef hatine girtin û got: “Ev meclîs bi 27 kesan hate avakirin lê îro 27 meclîs hene, 27 sazî hatine avakirin.

‘Emê heya xweseriya Şengalê paş ve gav navêjin’

Heso Birahîm destnîşan kir ku Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê piştî şehadeta Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel cara yekem e kom dibe û wiha berdewam kir: “Biryara me ew e ku emê şopdarê şehîdan bin û heya xweseriya Şengalê emê paş ve gav navêjin. Û biryara me ew e ku kesê xiyanetê li Şengalê bike ewê bêhesab nemîne. Emê wan kesan derxin pêşberî gelê xwe.”

‘Bila Iraq neyê lîstikên dewleta Tirk û PDK’ê’

Heso Birahîm her wiha hişyarî li hevkarên dewleta Tirk û PDK’ê kir û ev bang li dewleta Iraqê kir: “Em bang li Iraqê jî dikin ku neyê lîstika dewleta Tirk û PDK’ê. Bila Êdî mafê welatîbûna vî gelî qebûl bike. Êdî wê gelê me van tiştan bêbersiv nehêle.”

Civîna Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi biryardariya mezinkirina têkoşîna xweseriya Şengalê bi encam bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button