Iraqê êrişî YBŞ-YJŞ’ê kir: Li Şengalê şer giran e -Nû Bû

Artêşa Iraqê piştî êrişî Asayîşa Êzidxanê kir, vê carê êriş bir ser noqteyên YBŞ û YJŞ’ê. Şer li geliyê Şilo û gundê Sikêniyê, di van kêliyan de girane û dewam dike.

Duh artêşa Iraqê hem wextê êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, êrişî noqteya Asayîşa Êzidxanê ya li Digurê ya Şengalê kir. Şer û pevçûn di navbera hêzên Asayîşê û Artêşa Iraqê de çêbûn.

Piştî wê bi demekê şer rawestiya bû, artêşê vê carê berê xwe da navendên Asayîşê yên li Digurê, Sinunê, Şengal û Xanesorê. Iraqê xwest dest dane ser van navendên asayîşê.

Ji duh bi şev saet 02:00’an ve şer girane. Artêşê derengiya şevê êrişî seytereya Cidadê ya Asayîşa Êzidxanê a dikeve aliyê Tilizêr kir. Li vir hêzên asayîşa bersiva leşkerên Iraqê da û şer derket.

Êrişî YBŞ û YJŞ’ê jî kir

Piştî wê Iraq hemwext hêzek mezin sewqî herêma Geliyê Şilo û Sikiniyê kir. Herêma tê gotin dibin serweriya hêzên YBŞ û YJŞ’ê dene. Iraq livir êrişî noqteyên YBŞ û YJŞ’ê kir. Geliyê Şilo û Sikiniyê şerek giran qewimî û hîn jî dewam dike.

Li gorî agahiyan Iraq hêzek mezin sewqî Şengalê û herêmên dibin serweriya YBŞ û YJŞ’ê de dike. Tê gotin Iraq hemwextî êrişên dewleta Tirk ên ser Başûrê Kurdistanê, amadekariya êrişek berfireh ya ser Şengalê dike.

ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞINGAL

Show More
Back to top button