Şaredariya Gel dest bi çêkirina rêyên Sîba Şêx Xidir kiriye

Şaredariya Gel a Sîba Şêx Xidir, bi alîkariya Meclîsa Gel, di çarçoveya ji nûve avakirina Sîba Şêx Xidir û amadekariyên ji bo Zivistanê de, dest bi çêkirina rêyên kevin û hinek rêyên nû kiriye.Endamên şaredarî û meclîsa gel diyarkirin ku ew pirsgirêkên av, ceyran, binesazî yên gel jî çareser dikin û bi koçberên vedigerin re jî dibin alîkar.

Şaredariya Gel a Şengalê ji bo amadekariyên Zivistanê dest bi xebateke berfireh kir. Bi taybet giraniya xebatên xwe da ser herêmên ku vegera koçberên Êzidî lê heye ku binesaziya di dema êrîşên DAIŞ’ê de têkçûne. Di vê çarçoveyê de Şaredariya Gel a Sîba Şêx Xidir tevî derfetên kêm jî hefteyeke dest bi çêkirina rêyên Sîba Şêx Xidir kiriye.

Endamê Şaredariya Sîba Şêx Xidir Selam Xêro derbarê kar û xebatên li Sîba Şêx Xidir dane destpêkirin de axivî û got: “Weke şaredarî biqasî ji destê me tê, alîkariya gelê xwe dikîn. Bi nêzîkbûna Zivistanê re, me dest bi çêkirina rêyên herêmê kir. Ji ber Zivistanê xelk di çûyîn û hatinê de zehmetiyê dikişînin.”

‘10 projeyên rê çêkirinê heye’

Selam Xêro diyar kir, projeya wan ya çêkirina 10 cadeyan li Sîba Şêx Xidir heye û got: “Li gel çêkirina rêyên Sîba Şêx Xidir, em hewl didin weke şaredarî bi malbatên koçber ên vedigerin ser cihê xwe re jî bibin alîkar. Em hewl didin li gorî derfetên di destê xwede pirsgirêkên rê, av, ceyran û her weke din çareser bikin. Me ji bo gel 3 jeneretor daniye û ji bo avê jî nahêlin gel pirsgirêkeke cidî bijîn.”

‘Meclisa Gel bi şaredariyê re xebatên xizmetgûzariyê dimeşîne’

Hevserokê Meclîsa Gela ya Sîba Şêx Xidir Eto Elî Hecî ku ji koçberiyê vegeriyaye û niha jî xizmetê ji gel re dike, têkildarî xizmetên meclîsa gel wiha axivî: “Meclîsa me ya gel jî ji bo xebatên xizmetgûzariyê alîkariyê dide şaredariyê û pêwîstiyên gel dabîn dike. Niha me bihevre dest bi çêkirina rê kiriye, ji ber Zivistan nêz dibe. Di warê xizmetgûzariyê de Iraq berpirsyariyên xwe bicîh nayîne, lê şaredarî û meclis tişta ji dest tê dike.”

Eto Hecî bang li koçberên Êzidî kir ku vegerin ser cihê xwe û got: “Werin em bihev re Şengala xwe ava bikin.”

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button