Rêveberiya Xweser a Şengalê: Çavkaniya pirsgirêkan Peymana 9’ê Cotmehê ye

Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê û armanca êrişan de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Li Şengalê çavkaniya hemû pirsgirêk, alozî, şer û pevçûnan Peymana 9’ê Cotmehê ye. Di nav 2 salên dawî de hemû polîtîkayên zext, gef û êrîşan di çarçoweya vê planê de têne maşandin. Dewleta Tirk a dagirker ji vê peymanê hêz digire û êrîşê me dike. PDK pişta xwe dide vê peymanê û bi xeyala vegera Şengalê êrîşê me dike. Hikumeta Kazimî ji bo vê peymanê bixe meriyetê niha artêşa Iraqê bi ser Şengalê de dişîne. Derdora me bi dîwar û sîman dipêçin û dixwazin Şengalê bixin zindan. Ev hemû êrîş bi hev ve girêdayî ne û hêza xwe ji Peymana 9’ê Cotmehê digirin.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrişên demên dawî yên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Çavkaniya hemû pirsgirêk, alozî û pevçûnên li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê ye. Ji bo şer û pevçûn belav nebe wekî Rêveberiya Xweser em ketin nav hewldanên berfireh, me gelek bangawazî li Iraqê û raya giştî kirin. Li ser vê esasê hem li Şengalê hem jî li Bexdayê ji bo çareseriya pirsgirêkan çend hevdîtin hatin kirin. Lê di van hevdîtinan de rêz li îradeya civaka Êzidî nehate girtin, rêz li hebûna Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê nehate girtin.”

Berfirehiya daxuyaniyê wihaye;

“Wekî tê zanîn di demên dawî de li Şengalê careke din rewşeke aloz rûdaye û niha çavên herkesi li ser Şengalê ne û dixwazin rewşê fam bikin. Ev aloziyên dawî her çiqas di 18’ê Nîsanê de destpêkiribe û heya roja me ya îro berdewam kiribe jî, çavkaniya vê rewşê û pirsgirêkên li Şengalê lazim e were famkirin. Ji ber ku dixwazin car din dîroka fermanan li me nû bikin.

Civaka Êzidî  di 2014’an de li ber çavê hemû dinyayê rastî fermaneke giran hat. Yek ji fermanên herî giran a dîroka me ev ferman bû. Di dema fermanê de Artêşa Iraqê pişta xwe da Şengalê û çû, PDK bi îxaneteke mezin hevkariya vê fermanê kir, dewleta Tirk a dagirker bi destê çeteyên DAIŞ’ê xwest koka me tune bike. Wekî civaka Êzidî, bi piştgiriya gerîlayên azadiyê û Şoreşa Rojava me xwe ji vê fermanê rizgar kir û ji bo ferman car din neyê serê me me dest bi avakirina pergala Rêveberiya Xweser kir.

Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, di wan rojên giran de bi berdêlên pir mezin hatin avakirin. YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê wekî fedayiyên bîr û baweriya Êzdiyatiyê bi erka xwe rabûn û di oxira gelê de xwe heya roja me ya îro jî pêşengên mezin şehîd dan. Civaka Êzidî wisa bi hêsanî xwe ji fermanê rizgar nekir, wisa bi hêsanî xwe ne gihand van rojan. Me 8 salên agirîn li pey xwe hiştin û me xwe gihand van rojan. Û me di nav van 8 salan de kerameta dewleta Iraqê jî parast. Bi parastina Şengalê me yekîtîya Iraqê jî parast.

Di nav van 8 salan de ji bo statuya Şengalê were zelalkirin me gelek proje pêşxistin û gelek hevdîtin kirin. Me yekîtîya dewleta Iraqê esas girt û me xwest li gor yasayên dewleta federal a Iraqê pirsgirêkan çareser bikin. Lê ev hewldanên me yên çareseriyê di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi planeke nû ya qirêj re hate bersivandin. Bi hevkariya hikumeta Kazimî û PDK’ê, bi zextên dewleta Tirk ê dagirker û bi piştgiriya hin hêzên navteweyî ev peyman hate morkirin. Me ev ferman ji roja destpêkê ve wekî ‘fermana bi navê qanûnê’ binavkir.

Li Şengalê çavkaniya hemû pirsgirêk, alozî, şer û pevçûnan Peymana 9’ê Cotmehê ye. Di nav 2 salên dawî de hemû polîtîkayên zext, gef û êrîşan di çarçoweya vê planê de têne maşandin. Dewleta tirk a dagirker ji vê peymanê hêz digire û êrîşê me dike. PDK pişta xwe dide vê peymanê û bi xeyala vegera Şengalê êrîşê me dike. Hikumeta Kazimî ji bo vê peymanê bixe meriyetê niha artêşa Iraqê bi ser Şengalê de dişîne. Derdora me bi dîwar û sîman dipêçin û dixwazin Şengalê bixin zindan. Ev hemû êrîş bi hev ve girêdayî ne û hêza xwe ji Peymana 9’ê Cotmehê digirin.

Pêla êrîşên dawî jî bi vê peymanê ve girêdayî ye ku di 18’ê Nîsanê de bi dorpêçkirina Asayîşa Êzîdxanê ya komelgeha Dîgurê re destpêkir. Civaka Êzidî di wan rojan de amadekariya cejna Çarşema Serê Salê dikir. Ev êrîşên dawî di rojên me yên herî pîroz de destpêkir. Tişta ku artêşa Iraqê li ser me ferz dikir ew bû ku em dest ji Asayîşa Êzîdxanê berdin. Wekî tê zanîn tunekirina Asayîşa Êzîdxanê yek ji xalên herî girîng a Peymana 9’ê Cotmehê ye.

Ji bo şer û pevçûn belav nebe wekî Rêveberiya Xweser em ketin nav hewldanên berfireh, me gelek bangawazî li Iraqê û raya giştî kirin. Li ser vê esasê hem li Şengalê hem jî li Bexdayê ji bo çareseriya pirsgirêkan çend hevdîtin hatin kirin. Lê di van hevdîtinan de rêz li îradeya civaka Êzidî nehate girtin, rêz li hebûna Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê nehate girtin. Car din qebûlkirina Peymana 9’ê Cotmehê li me hat ferzkirin. Û bi taybet em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku di hevdîtinên dawî de Qaîd Firqayê Şengalê û Qaîd Ameliyatê Mûsilê bi sekn û helwesta xwe rê li ber çareseriyê girtin û siyaseta şer sor kirin.

Wekî merheleyeke nû ya êrîşên li ser Şengalê herî dawî jî di 2’ê Gulanê de artêşa Iraqê wekî ku Şengalê dagir bike bi tank, top û çekên giran li nahiya Sinûnê û komelgeha Dîgurê êrîşên giran kirin. Di heman demê de PDK jî ket nav liv û tevgerê û dest bi meşandina şerê taybet kir. PDK ev çend roj in bi rêya ragihandina xwe dixwaze gelê Şengalê car din koçber bike û li kampan muhtacê xwe bike. Em vê siyasetê jî baş nas dikin û ji nêz ve dişopînin. Rast e, hin malbat ji ber êrîşên giran ên artêşa Iraqê neçar man û ji malên xwe derketin. Lê zehfê van malbatan car din vegeriyan ser mal û milkên xwe. Lê hinek ji wan kesan jî bi pere ji aliyê PDK’ê û bi taybet jî ji aliyê Aştî Koçer ve hatibûn rêxistinkirin. Gelê me qerar daye ku êdî nekeve ser rêya koçberiyê û ewê bi vegera li Şengalê bersiva pêwîst bide PDK’ê.

Em ji vir car din bang li hemû hêzên Iraqê dikin. Neyên lîstoka dewleta Tirk û PDK’ê. Hedefa dewleta Tirk ne tenê Şengal e, dewleta Tirk dixwaze li Iraqê şer bide destpêkirin û xwe bigihîne xeyalên Osmaniya Nû. Em car din dibêjin, em dixwazin di nav yekbûn û yekitiya Iraqê de pirsgirêkan çareser bikin. Lê em di heman demê de daxwaz dikin ku rêz li Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê bigirin. Asayîşa Êzîdxanê û hêzên YBŞ-YJŞ rûmeta civaka Êzidî ne. Bila tu kes dest û dev dirêjî hêzên me yên parastinê nekin.

Em her wiha bang li civaka Êzidî dikin ku ji her demê zêdetir yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin. Lazim e civaka me li hemberî siyaseta PDK’ê û hin aliyan hişyar be, li derdora Şengalê, li derdora bîr û baweriya xwe bibe yek. Emê bi yekîtî û tifaqê bersiva van hemû êrîşan bidin. Her wiha em bang li hêzên navneteweyî dikin ku bes piştgiriya Peymana 9’ê Cotmehê bikin. Piştgîriya vê peymanê piştgiriya fermanên nû ya li ser Êzidiyan e. Qirkirina civaka Êzidî qebûl nekin û rê li ber êrîşên nû yên qirkirinê bigirin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

 

 

 

Show More
Back to top button