Serokê Pekhateyên Deşta Nînova: Em nahêlin tu alî destwerdanê li Şengalê bikin

Serokê Pêkhateyên Deşta Nînova Natiq Cehwer li dijî Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê hikûmeta Iraqê rexne dike û diyar kir ku her peymanek li ser Şengalê û Deşta Nînova bê kirin divê bi erêkirina xelkê wê be.

Serokê Pêkhateyên Deşta Nînova Natiq Cehwer li dijî Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê hikûmeta Iraqê rexne dike û diyar kir ku her lihevkirinek li ser Deşta Nînova bê kirin divê bi agahdariya gelên deverê bê kirin. Xelkê Şengalê xwedî şêx, rûspî û berpirsên xwe ye. Ewan bixwe karûbarê xwe baştir birêve dibin û rê nadin tu aliyan ku destwerdanê li Şengalê bikin.

Têkildarî Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ya di navbera Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Mistefa Kazimî û PDK’ê de bêyî qebûlkirina xelkê Şengalê li dijî civaka Êzidî ya Şengalê hate îmzekirin, Serokê Pêkhateyên Deşta Nînovayê Natiq Cewher ji ajansa me re axivî.

Natiq Cewher dibêje her lihevkirin an jî peymanek li ser Deşta Nînova bê kirin, divê bi agahdariya gelên deverê bê kirin û got; “Xelkê Şengalê xwedî şêx, rûspî û berpirsên xwe ye. Ewan bixwe karûbarê xwe baştir birêve dibin û rê nadin tu aliyan ku destwerdanê li Şengalê bikin. Peymanek li ser herêma me ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bê kirin, divê nûnerên pêkhateyan jî têde cih bigirin û di berjewendiyên pêkhateyan de be.”

Natiq da zanîn ku divê naveroka peymanan ji her kesî re were eşkerekirin û diyar kir ku rewşa herêmê niha gelekî arame bi awayekî ku tu carî ewqas aram û bi îstixrar nebûye.

Di dewamê de Natiq daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku peymanek nû hebe ku têde nûnerên hemû civak û bîrdoziyên herêmê tê de beşdar bin, da ku aramî û ewlehiya herêmê têk neçe û wiha pêde çû; “ Xelkê Şengalê bi xwe dizanin karûbarên xwe birêve bibe. Lewma divê her herêmek ji aliyê gelê xwe ve were birêvebirin, ji ber ku ew bixwe berjewendî û karûbarên xwe dizanin.”

Di dawiyê de Serokê Pêkhateyên Deşta Nînova Natiq Cehwer têkildarî peyman, plan û konseptên li ser Deşta Nînova ku Şengal jî di nav de ye tên kirin wiha got; “Em destwerdanê tu aliyan di karûbarên xwe de qebûl nakin. Ereb û Kurd birayên me ne û têkiliyên me yên biratî û dostane yên baş hene. Tiştek xirab di navbera me de çênebûye, lê ji sala 2014an ve me qurbanî daye. Em hêvîdarin bêyî agahiya niştecihên Deşta Nînovaye tu lihevkirin û peyman li ser me neyên îmze kirin.”

Roja 9’ê Cotmeha 2020’an Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Mistefa Kazimî û partiya Barzanî PDK’ê li dijî Şengalê peymanek îmze kirin. Armanca Peymana 9’ê Cotmehê ji holê rakirina Rêveberiya Xweser ya Şengalê û şikandina îradeya xelkê Êzidî ya tekoşîna ji bo azadiya xweseriya Şengalê bû. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtina xwe ya pêr bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de, ji wî daxwaz kiribû ku Peymana 9’ê Cotmehê bixin meriyetê.

NÎNOVA – ROJNEWS

Show More
Back to top button