Li Şengalê amadekariyên ji bo sala nû ya xwendinê

Saziya Perwerdeya Civaka Demokartîk a Êzdîxan (SPCDÊ) ji bo sala nû ya xwendinê dewereyek perwerdeyê ji bo mamostayan daye destpêkirin. Berdevkê saziyê diyarkir ku ew ji bo sala nû ya xwendinê amadene û dixwazin li her derê gel vegeriyaye, dibistanan vekin.

Li Şengalê tevî gef û êrîşên li ser civaka Êzidî, Rêveberiya Xweser ji bo berfirehkirina kar û xebatên xwe ên ji bo civakê dinava hewldana deye û her ku diçe çarçoveya kar û xebatên xwe berfirehitir dike. Ji bo sala nû ya xwendinê Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê (SPCDÊ) ji bo hemû mamostayan dewreyek perwerdeyê daye destpê kirin. Perwerdeya ku ji bo mamostayan hatiye destpêkirin, tevahiya mamostayên girêdayî SPCDÊ’ê beşdar bûne. Hem li navenda Şengalê û li bajarokê Xanesorê jî perwerde dewam dike. Tê payn dinava 15 rojan de perwerde bidawî bibe û êdî amadekariyên dawî ji bo despêkirina sala nû ya xwendinê bê kirin.

Derbarê dewreya perwerdeyê de mamosta Hazim Xelîl diyarkir ku ew her sal beriya despêkirina sala nuya xwendinê wek mamosta perwerde dibînin û got: “Em hersal ji bo mamosta bi awayek hîn baştir nêzî şagirtinên xwe bibin, kêmahiyên dî salên borîde çareser bikin, giranî didin perwerdeyê.  Em dixwazin sîstema me a ziman ku zimanê me yê dayîkê ye, hîn zêdetir li Şengalê  berfirehbikin. Ji ber ku bi vî zimanî  em dikarin çanda xwe biparêzin û dîroka xwe fam bikin.” Xelîl Bang li hemû malbatan kir ku zarokên xwe bişînin dibistanê û got; “Armanca me ewe ku em çanda xwe ya kevnar û dîroka xwe bi zarokên civaka xwe bidin naskirin.”

Berdevkê  Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzdîxan (SPCDÊ)  Nayif Şengalî jî  got: “Di salên borî de, di hin mijaran de giranî hebûn, ji bo çareserkirina pirsgirêkan me ev perwerde da destpêkirin. Em dixwazin dersên ji zarokan re giran tên hin guhertinan têde çêbikin. Em dixwazin îsal li her cihê ku gel vegeriyaye, dibistanan vekin û zarokan bi zimanê wan ê dayîkê perwerde bikin.”

ROJNEWS- ŞENGAL- ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button