“Şagirtên Rêber Apo em ji fermanê xilas kirin”

Endama Tevgera Jinên Êzîdî (TAJÊ)  Dayê Şemê Remo tevlî Radyo me Dengê Çira Şengalê bû û li ser komploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocelan nirxandinên xwe bi me re parve kir.  Dayê Şemê di serî de komploya 15 Sibatê şermezar kir û wiha dest bi nirxandinên xwe kirin.

“Armanca girtina Serok Apo qirkirina gelê kurd û hemu gelên bin dest e. Wer difikirîn ku bi girtina Serok Apo re wê vî fikirî tine bikin, lê nezanîbûn ku fikir û ramanê Rêber Apo êdî belav bûye li tevahî cîhanê. Ji ber ku êdî hemû dinya li ser fikir û ramanê Rêber Apo bi rê ve diçe zextê li Serok Apo dikin. Fikir û felsefeya Rêber Apo azad e her kes li ser şopa wî fikirî bi rê ve diçe”.

“Şagirtên Rêber Apo em ji fermanê xilas kirin”

“Di 3’ê Tebaxa 2014’an de em ketin bin xeteriyekê pir mezin. Eger şagirtên Rêber Apo bi me ve nehatibana wê gelê Êzidî tune bikirina. Keç û jinên me ji destêDAIŞ’ê xilas kirin, miletê tî û birçî xilas kirin yanê mirovahî xilas kirin ji ber wê yekê jî em xwe bi vî fikirî ve digirin. Fikirê Rêber Apo em ji qirkirinê, bindestiyê û zilmê xilas kirin û em ber bi azadiyê ve birin. Ji bo vê jî jinên Şengalê fikirê Rêber Apo weke nan û av ji xwe re pêwîst dibînin. Weke jinên Êzdî me berê tiştek ji xwe nedizanî lê fikir û felsefeya Rêber Apo em zane kirin. Ji ber ku fikrê Serok li Şengalê hate belavkirin dengê fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi dinyayê da guhdar kirin. Heta fermanê ku hatine rakirin bi ser Êzidiyan ne hatiye zanîn ji ber ku fikireke weke ya Rêber Apo nebû di Şengalê de. Ji bilî Rêber Apo ti kesek li me Êzidiyan xwedî derneketiye.”

Di derbarê hişyariyên Rêber Apo ji bo Şengalê Dayê Şemê wiha got: “Hişiyariya Rêber Apo ji bo parastina Şengalê beriya ku ferman rabe hebû. Heta beriya ku ferman rabe jî teqîna ku li Tilezêr û Sibayê Şêx Xidir hat pêkanîn jî yek ji lîstokên her qirêj bûn, lê em ne di zanebûna wê de bûn. Ji ber ku Êzidî ne ew qas zane bûn lewma jî nekarîn xwe biparêzin li hemberê fermana 2014’an. Ya din jî miletê Êzidî xwe spartibû pêşmergeyên KDP û pir girîngî nedidan ku xwe bi xwe biparêzin. Me nezanî ku ew DAIŞ bi xwe ne û wê me têkin destê DAIŞ’ê.

Seroketî pir baş civak û dîroka Êzidiyan dahurandiye û dizane ku koka Êzidiyan kokeke kevnar e. Ji bo ku em bikaribin xwe bi rê ve bibin pêwîst e em xwe xurt bikin û bi hêz bikin. Banga min ji bo miletê Êzidî jî ew e ku xwe nas bikin û bila her kes terka berjewendiyên şexsî berde û li koka xwe bizîvire. Bi rastî jî hemû mîrên me û mezinên civaka me bila zanibin ku Laleş ne hatiye parastin, ji ber koka me bi wêneyek xweş sibehî nayê parastin. Pêwîst e li koka xwe vegerin. Em dizanin her tiştê me li Laleşa Nûranî ye lê yên derve tên didizin. Bi taybet hêzên desthiladar û hegemon hemû tiştê me yê pîroz dizîîne”.

“Rêber Apo ji bo me Rêber e”

“Rêber Apo ji bo me Rêber e, ji ber ti kesî ji me re pêşengtiyeke durist nekiriye. Rêber Apo çavkaniya Êzidatiyê ji me re derxist holê. Yê ku vê fikirê ji xwe re nepejirîne wî tiştek ji dinyayê fêm nekiriye. Ji ber bi fikrê Rêber Apo me hebûna xwe parast û weke jin me xwe bi pêş xist. Niha jina Êzidî dikare li hemberî her kesî bisekine.

“Jina Êzîdî bi fikrê Rêber Apo xwe nas kir”

“Rêber Apo dibêje: “Ger jina Êzîdî bi fikirê Rêber Apo xwe rêxistin bike çi kes nikare bi jinê.” Niha jina Êzidî dikare li ber her kesî bisekene û mafê xwe bixweze. Niha jiyan hemû bi jinê ve girêdaye dema ku jin azad bibe wê civak û gerdun jî azad bibe. Berê jî dengê jinên Êzidî derketiye di fermanên ku beriya niha hatiye kirin. Beriya her tiştî jina Êzidî gelek tişt îcad kiriye. Di heman deme de jî jinên Êzidî dil nazik in. Her tiştên civakê bi jina Êzidî ve girêdaye. Ev yek heqîqete.”

“QSD’ê pêşî fermnake nû girt”

“Piştî 3’ê Tebaxa 2014’an tecrîd hîn girantir kirin li ser Rêber Apo. Di ku derê de bibînin ku fikrê Rêber Apo xurt dibe êrîşî wê derê dikin. Mînaka wê ya herî dawî ku li Rojavayê kurdistanê pêk hatî, em serkeftina QSD’ê  pîroz dikin û ser saxiyê jî ji malbatên şehîdan re dixwezin. QSD’ê bi rastî pêşî li fermaneke nû girt hem li Rojava û hem jî li Şengalê. Em yek rihin û yek beden in ji ber kesî em rizgar nekirine ji bilî vî fikre azad, îro jî hêzê me û îradeya me heye ku em bikaribin li ber xwe bidin. Ji xwe weke tê zanin êrîşên herî dawî ne ji rêzêbûn gelê me yê Êzidî jî berxwedaniyek mezin dan meşandin. Yanê çend êrîş li ser me bê kirin em ti carî teslîm nabin.”

“Ti dever weke Şengalê aram nîne”

Banga min ji bo hemû gelê bin dest em bibin yek da ku em Serokê xwe azad bikin, ji ber pêdviya me hemuyan jî bi fikir û raman Rêber Apo heye. Hîne jî hinek kurd û Êzidî hene yê nivistî bila şiyar bibin û xwedî li fikr û ramanê Rêber Apo derkevin. Em li kesî cebir nakin ku vegerin ser cih û warê xwe lê bila baş bizanibin ku ti dever weke Şengalê aram nîne. Lê yên ku di kampan de jiyan dikin siyaseteke pir qirêj tê meşandin û li wê derê jî tên kirîn û firotin. Çima nehêlan xêra şehîdên me li Başûr were dayîn ji ber ku  siyaseteke pir qirêj tê meşandin. Miletê me yê li kampan jiyan dikin dikarîbûn helwesta xwe raber bikin. Ka şeref û namusa Îraqê ku alên wan parça parça bûn, bila şerf û namûsa xwe xwedî derkevin. Dewsa Nêçîrvan Barzanî biçûya spasiya Erdogan bike bila dest xweşî li QSD’ê bike û wan malbatên şehîdan bike, bila dev ji berjewendiyên xwe yê şexsî berdin û xwedî li şeref û namûsa xwe derkevin.”

Radyo Çira Şengal

Show More
Back to top button