Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê banga lezgîn kirin

Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê bang li gelê Kurd bi taybetî jî civaka Êzidî kir ku îro êvarê li gelek bajarên Elmanyayê dakevin qadan û li ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê rabin.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê bi navê saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê banga çalakiyan kir.

Koordînasyonê bi daxuyaniyekê bal kişand ser şehîdxistina Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Mervan Bedel û diyar kir ku wê îro êvarê li gelek navendên Elmanyayê çalakiyan lidar bixin.

Li gorî vê yekê wê li bajarên Bremen, Hannover, Oldenburg û Bielefeldê li ber HBF’ê û li bajarê Weselê jî li Berliner Tor saet di 18:00 de çalakiyan li dar bixin.

Ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê li civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd hate kirin.

ANF- NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button