Parlamenterê Iraqê: Divê serdana MÎT a Tirk were lêkolînkirin, ji ber metirsiyek mezin e

Parlamenterek Iraqê xwest serdana Misteşarê MÎT a Tirk Hakan Fîdan ya ji bo Iraqê û civînên bi aliyên siyasî re were lêkolîn kirin û got; “Hebûna berpirsê MÎT a Tirk ya li Bexdayê, ji bo welat û asayîşa netewî ya Iraqê metirsiyek mezine. Divê aliyên peywendîdar serdana Fîdan lêkolîn bikin.”

Misteşarê MÎT a Tirk Hakan Fîdan di 11’ê Îlonê de bi serokê Hevpeymaniya Serweriya Sunî Xamis Xencer re li Bexdayê civiyabû. Herwiha Hakan Fîdan li Iraqê bi serokkomar, serokwezîr û gelek rayedarên din ên Herêma Kurdistanê re jî civiya. Hevdîtina Xamis Xencer û aliyên siyasî ya bi Hakan Fîdan re rastî nerazîbûnan hat. Parlamenterên Iraqê dibêjin çawa dibe aliyên siyasî pêşwazî li Hakan Fîdan bikin û pêre bicivin.

Parlamenterê Iraqê Arif Humamî derbarê serdana Hakan Fîdan ya ji bo Iraqê de ji Rojnews re axivî. Arif Humamî got ku diviyabû Hakan Fîdan bi serokê Saziya Îstîxbarata Iraq yan jî kesayetên leşkerî civiya ba, çênedibû bi kesayetên siyasî weke Xamis Xencer yan yeke din re bicive.

Arif Humamî da zanîn ku hevdîtina Xamis Xencer ya bi Hakan Fîdan re dikeve çarçoveya sîxuriyê de û wiha dom kir; “Hikumeta Iraqê gelek lewaze, ewqas lewaze ku Tirkiye û saziya sîxuriyê bê çavdêrî û lêpirsîn di nav xaka Iraqê de hatin û çûyînê dike.”

Parlamenter Arif civîna Hakan Fîdan ya bi rayedarên Iraqê re, weke komployek hevbeş ya dijî Iraqê pênase dike û got; “Nabe weke buyerek asayî were destgirtin, Iraq ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, hebûna berpirsê MÎT a Tirk ya li Bexdayê jî, ji bo welat û asayîşa netewî ya Iraqê metirsiyek mezine. Pêwîstiye aliyên peywendîdar derbarê civînan de lêkolînê bikin û bêjin ku di wan civînan de behsa çi hatiye kirin.”

Li ser heman mijarê şîrovekarê siyasî Riyaz Wehîl jî ji Rojnews re axivî. Riyaz got ku serdana Hakan Fîdan ya ji bo Iraqê û civînên bi aliyên siyasî re, di demek wisan de tê kirin ku dewleta Tirk êrişên xwe yên ser Iraqê de dewam dike. Riyaz dibêje; “Civîna Fîdan ya bi serokên komên siyasî re binpêkirinek eşkere ya dîplomasiya di navbera herdu welatan deye.”

Hêjayî gotinê ye Serokê Hevpeymaniya Serweriya Sunnî Xamis Xencer ji beriya êrişên dewleta Tirk yên di meha Nîsanê de dayî destpêkirin, di 26’ê Sibata sala 2022’an de li gel Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan re civiyabû.

ROJNEWS NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button