Komkujiya Til Izêr: Konê şahiyê bû konê şînê

Beriya 15 salan nehiya Til Izêr û komelgeha Sîba Şêx Xidir rastî êrîşên wesayîtên bombebarkirî hatin. Di encama vê komkujiyê de destê gelek aşiq û evîndaran, dê û bavan ji hev qut bûn. Sebeh Mîrza ku amadekariya şahiya wî dihate kirin bû cangoriyê vê komkujiyê, li şûna konê şahiyê konê şînê li mala Sebeh hate danîn.

14’ê Tebaxa 2007’an, li nahiya Til Izêr û komelgeha Sîba Şêx Xidir ên girêdayî Şengalê êrîşên dijwar ên bombeyî pêk hatin. Êrîş bi 4 wesayîtên bombebarkirî pêk hatibûn û rê li ber komkujiyeke mezin vekiribû. Têkildarî hejmara qurbanî û birîndaran hê jî zanyariyên fermî nehatine dayîn, lê li gorî agahiyên ne fermî di êrîşan de li Til Izêr û Sîba bi giştî 600 kes şehîd bûn û 700 kes jî birîndar bûn.

Her wiha çarenûsa hin welatiyan heya niha jî nayê zanîn. Ji bilî qurbaniyên komkujiyê û zirarên mezin, gelek çîrokên bi êş hene ku heya niha di nav gelê Til Izêrê de dijîn. Ji ber ku di vê komkujiyê de destê jin û zarokan, keç û xortan, dê û bavan, aşiq û evîndaran ji hev bûn. Yek ji van çîrokan jî ya Sebeh Mîrza ye ku ew û destgirtiya xwe, roja komkujiyê amadekariyên daweta xwe dikirin. Ango wê di 15’ê Tebaxa 2007’an de bi şahiyekê dest bi jiyaneke nû ya hevpar bikirana.

Roja komkujiyê amadekariyên şahiyê dihate kirin

Sebeh Mîrza di 14’ê Tebaxê de ji bo amadekariyên dawî ya roja şahiyê, berê xwe dide nav bazara Til Izêrê. Dema digihe bazarê, ji bo çayek vexwe berê xwe dide çayxaneyekê. Di kêliyên ku Sebeh çaya xwe vedixwar de, saet di 19:20’an de teqîneke mezin çêdibe. Tevî bi sedan kesan, Sebeh jî dibe cangoriyê vê komkujiyê û ew amadekariya ji bo roja şahiyê hatibû kirin, vediguhere amadekariyên xêra wî. Ango, konê şahiyê dibe konê şînê.
Bavê Sebeh, Mîrza Meto çîroka kurê xwe ji me re behs dike û dibêje: ‘’Kurê min 18 salî bû, me qîzek jê re xwestibû û amadekarî dikirin ku di 14’ê mehê de destgirtiya wî bînin malê û şahiya wan çêbikin. Xwarin, vexwarin û hemû tişt hatibûn amadekirin.’’

‘Min dît kurê min li ser pişta xwe ketiye’

Roja teqînê, Sebeh jî bavê wî jî li bazarê ne lê ji hev dûr in, Mîrza Meto wiha behsa kêliyên teqînê dike: “Sebeh ji bo hin amadekariyên roja dawetê bike avek bi destê û çavên xwe de kir û got ezê biçim bazarê. Ez jî li bazarê bûm lê ji wan dûr bûm. Bi carekê dengê teqînê hat. Min dît herkes baz dide û kesekî dengê xwe nedikir ji ber ku nezanîn çi diqewime. Min gelek cara pirsî ka çi dibe lê ez bê bersiv mam. Min jî berê xwe da malê lê tu kes li malê nebû. Min berê xwe carekî din da bazarê min dît li ber derê çayxaneyê kurê min Sebeh li ser piştê ketiye û canê xwe ji dest daye.’’

‘Heya destgirtiya wî nehat me cenaze ranekir’

Mîrza Meto dide zanîn ku wî nehiştiye cenaze kurê wî were rakirin heya destgirtiya wî tê ser cenaze û wiha pê de diçe: ‘’Dema destgirtiya wî hat û cenaze dît kire hawar, qêrîna wê digihişte asîman. Çiqas kes li derdorê hebûn hemû giriyan. Piştî wê cenaze hate rakirin. Sê roja min xwarin nexwar, ji ber dilê min ji êşa tijî bû. Ew amadekariyên ku me ji bo şahiyê kiribûn me ji bo şînê bikar anîn.’’

Di vê komkujiyê de tenê ji malbata Mam Mîrza 30 kesan canê xwe ji dest didin. Ji xwe ev êş û kul ji rûyê Mam Mîrza jî xuya dike ku ji me re dibêje: ‘’Ez ne pîr bûm lê êşa malbata min ez pîr kirim. Kula Sebeh ji dilê me dernayê.’’

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button