YJŞ wê bi koma karetê 8’ê Adarê pêşwazî bike

Koma karetê ya YJŞ’ê ku dê bi hunera xweparastinê karetê tevlî şahiya 8’ê Adarê bibe amedekariyên xwe destpêkirine û dibêjin: “Em vê roja berxwedaniyê li hemû jinên tekoşer pîroz dikin. Em jin bi xwe parastinê dikarin jiyana azad avabikin.”

Li Şengalê hemû jin ji bo pêşwazî kirina roja 8’ê Adarê di nav liv û tevgerê de ne. Ji ber ku 8’ê Adarê roja berxwedaniya jinan a li hember ne edeletiyê ye, ji bo jinên Êzidî jî xwedî wateyekî giringe. Jinên Êzidî her dem bune qurbaniyên şer û zihniyeta zilam salarî. Jinên Êzidî vê bê edeletiyê qebûl nedikirin, lê belê ji ber ku rêbaza tekoşînê nas nedikirin, bê dengî hildibijartin. Ji dîroka 3’ê Tabaxa 2014’an û şunda jinên Êzidî bi rakirina çekê gavên yekem ber bi riya azadiyê ve avêtin. Ji wê demê ve jinên Êzidî gav bi gav, nefes bi nefes ji bo azadiya xwe û civaka xwe tekoşînê mezin dikin. Îsal bi bilindbûna tekoşîna jinên Êzidî re rengê 8’ê Adarê hemû Şengalê xemilandiye.

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) a ku dê bi koma karetê tevlî şahiya 8’ê Adarê bibe jî dest bi amadekariyên xwe kirine. Şervana YJŞ’ê Parîs Xelef ji ajansa me re qala xebatên wan ên 8’ê Adarê kir.

“Ji bo jinê xweparastin pêdiviya bingehîne”

Perî Xelef diyar kir ku ew dixwezin bi koma karetê derkevin ser sehneya pîorzbahiya 8’ê Adarê û wiha qala amadekariyên wan kir: “Em roja 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin taybet li jinê Êzidî. Em dixwezin bi koma karetê nîşan bidin ku çawa ji bo mirovekî av girînge ji bo jinê jî xwe parastin girîne. Hêvî dikin ku ev sal bibe sala azadiya hemû jinan.”

şengal

Show More
Back to top button