‘Tirkiye dixwaze bi hêcetên cûda operasyonek nû li nav xaka Iraqê pêkbîne’

Endamê Çarçoveya Hemahengi ya Şîe (Aliyên Şîe) Mehmud Heyanî, diyarkir ku Tirkiye dixwaze bi hêcetên cûda operasyonek nû ya li nav xaka Iraqê destpê bike. Mehmud bang li Iraqê kir da ku dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bîne.

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê dewam dike. Yek ji endamê Çarçoveya Hemahengiya Şîe (ji aliyên Şîe pêktên) Mehmud Heyanî derbarê êrişên dewleta Tirk yên ser xaka Iraqê de û dagirkeriyek nû ya dewleta Tirk ya ser xaka Iraqê ji Rojnews re axivî.

Mehmud Heyanî destpêkê da zanîn ku Tirkiye gund û herêmên xwezayî, bi mûşek û çekên qedexekirî yên navnetewî bombebaran dike, di encama êrişan de ziyanên canî û aborî ên ber çav çêdibin.

Heyanî derbarê niyetek nû ya operasyonek dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê jî got; “Tirkiye dixwaze bi hêcetên cûda operasyonek nû ya terorîstî li nav xaka Iraqê pêkbîne. Dagirkeriya dewleta Tirk ya di anva welate de êdî gihiştiye astek metirsîdar.

Li aliyek din berdevkê Tevgera Mafan Elî Fezla jî got; “ Hikumeta Iraqê xwedî hêzek mezine, dikare li hemberî Tirkiyeyê bikarbîne, bila Iraq Tirkiyeyê neçar bike daku dawî li perwerde û daxwazên wê bîne.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button