Ji PDK’ê qut bû, tevlî rêveberiya xweser bû

Gelê me ku Şengalê weke navenda Êzidxanê dibîne û gefên li ser Şengalê jî weke hewldanek ji bo tunekirina xelkê me qebûl dikin, ji nava hizb û partiyên cuda vediqetin, berê xwe didin Şengalê û cihê xwe li rex rêveberiya xweser digirin

Di vê demê de ku gefa destwerdanê li Şengalê tê xwarin, civaka me bi hemû pêkhateyên xwe li dora Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li dora Asayîşa Êzidxanê dicivin.
Yek ji wan jî Endamê Civata Bilind a Eşayîrî ya ser bi PDK’ê Birhîm Derwêş e ku di nava xelkê me de bi navê Ebû Rayîd tê naskirin.
Ebû Rayîd ku endamê civata bilind a Eşayîrî ya PDK’ê bû, bi zêdebûna gefên li ser Şengalê, ji nava PDK’ê derket, tevlî nava rêveberiya xweser a Şengalê bû û bang li herkesî kir ku xwedî li Şengalê derbikevin.
Birhîm Derwş bal kişand ser xeteriya li ser Şengalê û wiha got, “Ji bilî zarokên Êzidiyan û rêxistinên niha li Şengalê kar dikin, kes xwedî li Êzidiyan dernakevin. Lewma min biryar da ku li kêleka şervanan û rêveberiya xweser bim.”
Ebû Rayîd bang li Êzidiyên ku hîn jî li ser fikrên şaş in û di berjewendiyên hin aliyên siyasî de dixebitin kir, ku berê xwe bidin Şengalê, bi rêveberiya xweser re kar bikin û got, “Îro dem hatiye Êzidî xwe nas bikin û zilma li ser xwe û Şengalê qebûl nekin. Her Êzidiyê ku bi rastî dixwaze ji bo ola xwe kar bike, divê berê xwe bide rêveberiya xweser û nava Asayîşa Êzidxanê.”
Ebû Rayîd berxwedana civaka Êzidî ya ji 3’ê Tebaxa 2014’an ve li Şengalê dimeşîne bi bîr xist û wiha dewam kir, “Ev bû şeş sal in jin, keç, xort û kalên Êzidiyan li Şengalê xwe bi rêxistin kirine û li ber xwe didin. Heta niha nehiştine ku kes axa Şengalê dagir bike. Îro ji her Êzidiyekî tê xwestin ku berê xwe bide nava vê rêxistinê û xwedî li Şengalê derkeve. Ez weke Êzidiyekî piştî ez ketim wê ferqê ku kesek ji bo me xizmetê nake, min bi xwe biryar da ku berê xwe bidim Şengalê û li ser axa Şengalê li kêleka civaka xwe xizmetê bikim.”
Ebû Rayîd diyar kir ku ji bilî Şengalê cihekî xelkê me nîne ku Êzdiyatiyê lê xurt bikin û wiha dewam kir, “Li ser vê axê bi sedan kesî canê xwe ji dest dan, heta ev ax hate parastin. Bila serê me jî li oxira wan be. Em xwe ji wan şehîdan baştir nabînin. Her dema em li ser axa Şengalê hatin şehîdxistin ji me re şeref e.
Ebû Rayîd di dawiya axaftina xwe de vana got, “Pêwîste gelê me û pêşengên Êzidiyan ku li Başûrê Kurdistanê ne berê xwe bidin Şengalê û li Êzidxanê, li Şengalê xwedî derkevin. Em ê rê nedin ku kes careke din destê xwe dirêjî Şengalê bike. Kî dibe bila bibe, ji ku dibe bila bibe eger bixwaze Şengalê dagir bike wê me weke gelê Êzidî li hemberî xwe bibîne.”
ÇAVKANÎ: ÎBRAHÎM ÊZİDÎ-ŞENGAL-ANF
https://anfkurdi.com/kurdistan/ji-pdk-e-qut-bu-tevli-reveberiya-xweser-bu-em-Sengale-biparezin-140541

Show More
Back to top button