Hevserokê PADÊ: Em çareseriyê dixwazin, divê biryar destê Şengaliyan de be

Hevserokê PADÊ Emer Salih derbarê liv û tevgera leşkerî ya hêzên Iraqê a li Şengalê û provakasyonên dawî de got; “Hinek hêz hene dixwazin li Şengalê tevliheviyan çêbikin, em naxwazin li Şengalê ti alozî çêbibe, lê li ser Şengalê xeteriya herî mezin peymana 9’ê Cotmehê ye. Wê peywendiya me bi Iraqê re dewam bike, divê îdareya Şengalê destê Şengaliyan de be.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê di 17’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê ragihand ku bi hêceta ewlehiyê hêzeke mezin ya Artêşa Iraqê li Şengalê tê bicihkirin û ev peyam dabû: “Gelo ev hewldan û tevgera leşkerî li ser navê kî tê kirin? Ev hewldan ne di berjewendiya dewleta Iraqê deye, tenê di berjewendiya hikumeta Kazimî û PDK’ê de ye.”

Tevî hemû hişyariyan Artêşa Iraqê li Şengalê hêzê kom dike. Piştî liv û tevgera leşkerî ya hêzên Iraqê, duh Fermandarê Operasyonên Rojavayê Nînovayê Lîwa Rûkun Cebar, nîv saet dem da ku hêza Asayîşa Êzîdxanê ya dewra nahiya Sinûnê, ji cihê xwe derkeve. Her wiha gef li asayîşa Êzîdxanê jî kir ku eger ji cihê xwe dernekevin, ewê bi zorê wan derbixin.

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Emer Salih derbarê geşedanên dawî, planên li ser Şengalê têne meşandin û dijî planan helwesta Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji ajansa me re axivî.

‘Li ser bingehê xwerêvebirinê çareserî’

Emer Salih da zanîn ku ji roja PADÊ avabuyî heya niha, wana ti carî nexwestiye ji Iraqê dûrbikevin û li ser bingehê çareserkirina pirsgirêkên civakê tevdigerin. Salih diyarkri ku tevî hemû hewldanên wan yên ji bo çareseriyê, li ser Şengalê plana 9’ê Cotmehê tê meşandin û got; “Em naxwazin li Şengalê ti alozî çêbibe, lê mixabin li ser Şengalê êriş dewam dikin. Îro xeteriya herî mezin peymana 9’ê Cotmehê ye. Em dixwazin li ser bingehê xwerêvebirinê çareseriyê pêş bixin, lê Hikumeta Iraqê heya niha jî ti gavek ne avêtiye. Me gelek caran bi Hikumeta Iraqê re hevdîtin pêkanî û me ti carî ne gotiye em îdareyê qebûl nakin. Lê îdareyek ku bikare vê civakê rêve bibe, pêwîste. Ev daxwaza gelê meye.”

Hevserokê PADÊ di dewama axaftina xwe de behsa daxuyaniyên dawî yên parlamenterên PDK’ê bi taybet daxuyaniya Majîd Şengalî kir û wiha pêde çû; “Ger parlamenterek Iraqê Majîd Şengalî, bêje em peykerê Ş. Zerdeşt li Şengalê qebûl nakin, başe ev tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku ew kes jiyana hevbeş ya li Şengalê naxwaze. Nabe parlamenterek gotinên ji bo cûdakirina mezheban bikarbîne. Dema ev tê gotin DAIŞ tê bîra me. Em weke Êzidî kesên bi vî awayî li ser axa Iraqê naxwazin. Em bang li Hikumeta Iraqê jî dikin, divê doz li dijî wan kesan vekin. Majîd Şengalî dibêje ew peykerê Ş. Zerdeşt qebul nake, ev jî tê wê wateyê ku ew Êzidiyan qebûl nake.”

‘Hinek hêz dixwazin li Şengalê tevlîhevî hebe’

Emer Salih balkêşa ser helwesta Rêveberiya Xweser û destnîşankir ku ew dixwazin bi rêya diyalogê çareseriyek li Şengalê çêkin. Salih dawiyê de dibêje; “Em jî dixwazin îdareyek li Şengalê çêkin, em ne li dijî vê ne. Em dixwazin bê şer û pirsgirêk Şengalek azad ava bikin û bi ti awayî em naxwazin li Şengalê şer û pevçûn rû bide. Hinek hêz dixwazin cardin li Şengalê tevlîheviyan çêbikin. Em weke PADÊ dijî vêne, emê nehêlin tu êriş li ser Şengalê çêbibe. Wê têkiliyên me yên bi dewleta Iraqê re dewam bikin û emê pêşbixin. Şengal di fermanê re derbas bûye, lazime rêzê li civaka Êzidî bigrin û biryara Şengalê di destê Şengaliyan de be.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

 

Show More
Back to top button