Di qezaya trafîkê de karkerek Êzidî jiyana xwe ji dest da

Li navbera Kampa Qadiya û Bacid Kendala 2 wesayît li hev qulibîn û di encamê de ciwanek Êzidî jiyana xwe ji dest da, 34 kes birîndar bûn. Hate hînbûn ku hemû rêwî xelkê Şengalê ne.

Li Zaxoyê dema karkerên Êzidî ji Kampa Qadiya ji kar vedigeriyan malê qezayek derbas kirin. Di encama qezayê de cîwanê bi navê Nizar Lezgîn Xidir yê xelkê bajarokê Xanesorê ya Şengalê ye jiyana xwe ji dest da û  34 cîwanên din yên Êzidî ku ji heman kampê bûn birîndar bûn.  Qeza li qadeke navbera Kampa Qadiya û Bacid Kendala ya ser bi Zaxoyê di encama li hev qelibîna 2 wesayitan rû da.

Li gorî agahiyan, rewşa hin ji birîndaran girane û rakirine Nexweşxaneya Şabanîkê ya Zaxoyê. Tê texmîn kirin ku cenazeyê ciwanê bi navê Nizar Lezgîn Xidir bibin Şengalê û li wir bispêrin axê.

Ji sala 2014’an û vir ve ku fermana 03.08. li Şengalê rabû, bi hezaran Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê bicih bûne. Ew rêwiyên di wesayîtê de ji heman mexdurên fermanê bûn.

Şengaliyên li kampan dijîn ji bo karibin debara xwe bikin jî karên demsalî yên mîna çinîna patatan dikin.

NAVENDA NUÇEYAN

 

Show More
Back to top button