Pîr Çeko: Me deriyê şer venekiriye, lê mafê me ye em civaka xwe ji fermanan biparêzin 

Yek ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko da zanîn ku ji ber destwerdanên ji derve hatine kirin rê li ber şerê dawî vekiriye û bersiveke zelal da nîqaşên li ser hêzên parastinê yên li Şengalê û got:“Li tevahiya Iraqê hêzên parastinê hene û herkes xwe diparêze. Me deriyê şer venekiriye, lê mafê me ye em civaka xwe ji fermanan biparêzin.”

Li Şengalê şer û pevçûna ku di 18’ê Nîsanê de bi êrişên artêşa Iraqê destpêkir û di 2’yê Gulanê de li Sînûnê û Dîgurê veguherî şerekî dijwar, piştî hevdîtina aliyan ev hefteyek e ku sekiniye. Yek ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko ku hemû geşedanên dawî ji nêz ve şopandiye; destpêka şer û pevçûnan, polîtîkayên dewleta Tirk û PDK’ê, rewşa dawî û derbarê vê rewşê de helwesta hêzên parastinê yên Şengalê ji ajansa me Rojnews’ê re nirxandin.

Pîr Çeko diyar kir ku ev demeke dirêje ku li ser Şengalê planên stratejîk têne meşandin, hem aliyên siyasî hem jî aliyên leşkerî destwerdana Şengalê dikin û dixwazin Şengalê bikin qurbanê berjewendiyên xwe. Pîr Çeko bi taybet bal kişand ser rola dewleta Tirk û PDK’ê û got: “Em dixwazin wê bidin famkirin ku PDK’ê, binemala Berzanî û Tirkiyê, Şengal ji xwe re kirine wek wargehekî stratejîk û pîlanên xwe li ser didin meşandin.”

‘Şengal bi şehîdan rizgar bû, ewê bi şehîdan azad bibe’

Fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko da zanîn ku hedef û armanca van planên qirêj dagirkirina Şengalê û tinekirina civaka Êzidî ye û derbarê êrişên dawî yên li ser Şengalê ev nirxandin kir: “Bi vê êrişa dawî re gerek êdî dijmin bizanibe ku gelê me xwedî îrade ye, xwedî hêzên leşkeriye û gelekî rêxistinkirî ye.  Şengal bi şehîdan hate rizgarkirin û ewê bi şehîdan biser jî bikeve.”

‘PDK serî li rêbazên qirêj dide’

Pîr Çeko destnîşan kir ku hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê li gel hin kesên xwefiroş, Şengalê dixe bin metirsiyan û erka wan a sereke jî ew e ku ji bo parastina Şengalê li ber xwe bidin. Pîr Çeko her wiha balê kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên PDK’ê jî û wiha axivî: “PDK ji bo pîlanên xwe yên qirêj li Şengalê bicih bike, gelek rêbazên qirêj bikaranîn. Di aliyê siyasî, civakî û leşkerî de dixwaze vê bike. Pêwîst e gelê me hişyar be û vê bibîne. Kesê carekê em firotine ewê herdem me bifiroşe û tu carî li me xwedî dernakeve.”

‘Xelkê Şengalê wê biryara pêşeroja xwe bide’

Fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko bang li hemû pêkhateyên Şengalê kir ku li dijî van komployan derkevin, ji ber ku hikumeta Iraqê bi zextên dewleta Tirk û PDK’ê dixwaze gelên li herêmê nehêle û li hemberî êriş û polîtîkayên şer jî helwesta YBŞ’ê wiha anî ser ziman: “Li beramberî her êrişekî emê li ber xwe bidin û dest ji tu kesekî re daneynin. Em ne li dijî Iraqê ne lê em li dijî wan biryaran e ku ji derve de li ser hikûmeta Iraqê tên ferzkirin. Ji ber civaka me dibe qurbanê van biryaran û vê siyasetê. Emê rê nedin ji bilî xelkê Şengalê ku xwediyê Şengalê ne, tu biryar li ser pêşeroja Şengalê were dayîn.’

‘Destwerdanên ji derve rê li ber şerê dawî vekir’

Pîr Çeko şerê dawî ya di navbera artêşa Iraqê û hêzên parastinê yên Şengalê de jî nirxand û da zanîn ku destwerdanên ji derve hatine kirin rê li ber vî şerî vekiriye. Pîr Çeko destnîşan kir ku ew hêzên ku bi ser Şengalê de dişinin di bin bandora dewleta Tirk û PDK’ê de ne û wiha berdewam kir: “Mixabin hin kes bi navê Êzidiyan diaxivin, lê ev kes ne xwediyê Şengalê ne û temsîla gelê Şengalê nakin, ji Êzidiyan dûr in. Kesên wekî Viyan Dexîl û Miheme Xelîl ku xwe wek temsîlê Êzdiyan dibînin, pêwîst e xwe di ber civaka xwe de berpirsyar bibînin. Ev kes tirsê dixin nava gelê me û dibêjin bi hezaran kes ji Şengalê derketine, ev gotin ne rast in. Hin malbatên ku derketibûn ew jî êdî vedigerin ser malên xwe. Lê ev pilanê PDK’ê ye û tu mafê wan nemaye ku carekî din li ser Şengalê biryar bidin.”

‘Bila PDK dest ji Şengalê berde û rê li ber dagirkeriya Tirk bigire’

Fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko bang û hişyariyên girîng li PDK’ê kirin û got: “Erka PDK’ê ew e li dijî dewleta Tirk derkeve û rê li ber êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê bigire, ne ku PDK destwerdana Şengalê bike. Ev aliyên hêzên me wek ‘hêzên ne fermî’ binav dikin bila baş bizanin ku hebûna hewqas baregehên dewleta Tirk li ser axa Iraqê û Başûrê Kurdistanê ne rewa ye. Ev hêz ne bi biryara hikûmeta Iraqê hatine belku desteka xwe ji binemala Berzanî digirin. Hebûna vê hêzê metirsî ye li ser Iraq û bi taybet gelê me yê Êzidî.’

‘Mafê me heye ku em xwe biparêzin’

Li ser hebûna hêzên parastina Şengalê yên wekî Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ-YJŞ’ê jî, Pîr Çeko ev nirxandin kir: “Li tevahiya Iraqê hêzên parastinê hene û her kesek xwe diparêze. Wek civaka Êzidî jî ev mafê me ye ku em xwe biparêzin û rê li ber fermanan bigirin. Em bang li nûnerên Êzidiyan dikin; bila gelê me ku di kampan de wekî zindanî ne rizgar bikin. PDK gelê me ji xwe re wek rehîne bikartîne. Bila em li ser wan Êzidiyan bigîrin ku di bin destê PDK’ê de ne, ne ku em li ser van Êzidiyan bigîrîn ku li ser axa Şengalê bi azadî jiyan dikin.’

 ‘Em di qonaxa hebûn û nebûnê de ne’

Fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko di dawiya nirxandina xwe de bal kişand ser girîngiya rewşa heyî û wiha got: “Em di qonaxa hebûn û nebûnê de ne. Ji ber wê jî pêwîst e gelê me rabe ser xwe, destê xwe bikin destê hev û rê li ber van komployan bigirin. Em car din diyar dikin ku her kesekî bixwaze me tune bike emê heya dawî jî li ber xwe bidin û xwe biparêzin. Me ti carî şer nexwestiyê û deriyê şer bi tu awayî ji aliyê me ve nehatiye vekirin. Lê mafê me ye, çawa beriya niha me civaka xwe parastiye ji niha û şûn ve jî emê biparêzin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ŞINGALÎ

Show More
Back to top button