Di rojek weke îro: Vekişîna gerilayan

Gerîlayên HPG/YJA-Star ku li Şengalê erka xwe ya mirovî pêkanîn di 1’ê Nîsana 2018’an de bi fermî ji Şengalê vekişiyan, lê hîn gef û êrişên dewleta Tirka dagirker û PDK’ê yên li ser Şengalê didomin

Gerîlayên HPG/YJA-Star ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hawara civaka Êzidî ya Şengalê hatin, di nava çar salan de gel parastin û rê vekir ku civaka Şingalê hêz û îradeya xwe derxîne holê. Herwiha civaka me kirin xwedî hêz. Şengal ji DAIŞ’ê rizgar kirin û civaka me parastin.

Di nava 4 salên gerîlayên HPG/YJA-Star ên li Şengalê mayîn de civaka me jibo parastina xwe hêzek taybet ava kir. Piştî ku Şengal bi temamî hate rizgarkirin gerîlayên HPG/YJA-Starê dest bi vekişîna ji Şengalê kirin.

Piştî 4 salan bi fermî HPG/YJA-Starê di 1’ê Nîsanê de tevahiya hêzên xwe ji Şengalê vekişandin.

Tevî ku li ser vekişîna gerîlayan re sê sal derbas bûn, lê hîn gefên dewlet Tirk û PDK’ê yên li ser Şengalê bi dawî nebûne. Niha jî gefên hikûmeta Iraqê zêde bûne. Hikûmeta Iraqê niha gefa tinekirina destkeftiyên Şengalê dike û civaka Şingalê ji biryara berxwedanê da ye.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button