YBŞ: Di êrîşa Til Izêrê de ti zirerek ne gihîştiye hevrêyên me

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YBŞ’ê bi daxuyaniyekî ragihand di êrîşa balafira bêmirov û biçek ya artêşa Tirk a li ser bajaroka Til Izêrê de ti zirerek negihîştiye hêzên wan û ji civaka Êzidî xwest li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bihevkariya PDK’ê nerazîbûn nîşan bidin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî êrîşa îro ya dewleta Tirk ya hewayî ya li dijî bajaroka Til Izêr ya ser bi Şengalê daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku di êrîşê de zirer negihîştiye hêzên wan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YBŞ’ê diyar kir  îro di navbera  saet 15.30’an de balafireke bê mirov a bi çek ya dewleta dagirker a Tirk êrîş biriye li ser nahiye Til Izêr ya girêdayî Şingalê û ev zanyarî hate parvekirin: “Di encama vê êrîşê de ti zirar negihiştiyê hewreyên me.”

Di dewama daxuyaniya YBŞ’ê hate gotin, Til Izêr di dema êrîşên DAIŞ’ê de jî bûye hedefeke sereke û wiha hate gotin: “Li vir bi dehan şehadet û birîndarî çêbûn. Lê dîsa jî gelê me di berxwedaniya xwede ti cara tawîz neda. Ji ber vê yekê dewleta dagirker a Tirk xwest ev rihê berxwedaniyê têk bibe, bi van êrîşên hewayî deskeftiyên gelê me bin bixe. Di pêvajoyek wiha de gelê me yên ku koçber bûne û li derve jiyan dikin, dixwazin vegerin li ser xaka xwe ya pîroz. Ji ber vê bûyerek bi vî rengî armanca dewleta dagirker a Tirk û hevkariya PDK’ê nîşan dide. Gelê me yê ku bi fermanan re rû bi rû maye lê ti carî axa xwe bernedane her tim bi van êrîşan re hatiye hedef girtin. Ev êrîşên dijmin him bi şerê taybet him jî bi şerê qirkirinê fîzîkî tunekirina gelê me ferz dike. Çawa ku li hemberî fermanan gelê me yê Êzidî xwe parast û nehişt çeteyên DAIŞ’ê li ser Şingalê xwe hikûm bike, niha jî li hemberî dagirkeriya Tik û hevkariya PDK’ê ya pêre têdikoşe.”

Banga li gel

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YBŞ’ê banga di derketina li polîtîkayên dewleta Tirk ên dagirkeriyê kir û wiha hate gotin: “Em li vir car din bang li gelê me dikin ku li hemberî her cûre êrîşên dijmin bertekê xwe nîşan bidin û rê nedin ku dagirkerî li ser van axên pîroz xwe serwer bike. Ji bo wî divê gelê me yê Êzidî di serî de li hember van êrîşan rabin ser piyan û dijî van polîtîkayên qirêj bisekinin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button