Lijneyek Ewlekariyê ya Iraqê li Xanesorê êrişa dewleta Tirk lêkolîn dike

Piştî êrişa dewleta Tirk a li dijî Xanesorê Lijnekeyeke Ewlekariyê ya girêdayî hêzên federal a Iraqê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin. Li gorî agahiyên peyamnêrê me bombe li maleke di dema înşaatê de ye ketiye û zirer daye derdor.

Di saetên nîvro de balafirek bêmirov a dewleta Tirk li dijî navenda Xanesorê êrişeke hewayî pêkanî. Li gorî agahiyên ku peyamnêrê me ji Rêveberiya Xweser a Şengalê û meclîsên gel girtiye, bombe li maleke vale ya di dema înşaatê de hatiye xistin û ji ber êrişê zirer gihîştiye malên welatiyan.

Piştî bûyerê Lijneyeke Ewlekariyê ya ji artêşa Iraqê, polîs û Asayîşa Nîştîmanî pêktê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin. Lêkolîn hîn jî dewam dike û ti zanyariyek li ser mijarê bo raya giştî ne hatiye dayîn.

Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Hecî Kûlî û Rêveberê Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê li ser sedema êrişa dijî Xanesorê ji ajansa me re axivîn.

Endamê Meclîsa Gel ya Xanesorê Hecî Kûlî dazanîn yek ji herêmên ku herî zêde van demên dawiyê koçberên Şengalê vedigerin Xanesore û got: “Hilbijartina Xanesorê ji bo êrişê watedare û ev êriş li dijî vegera gel e. Bersiva herî baş a ji êrişê re jî wê berdewambûna vegera gelê me ya bo Şengalê be. Em bang li gelê xwe dikin, bi vegerê bersiva van êrişan bidin û gel divê dest ji axa xwe bernede.”

Rêvberê Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî diyar kir êriş ji bo rawestandina vegera gel a ji bo Şengalê bûye û wiha axivî: “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî xwest were Şengalê û gav ji bo pêkanîna 9’ê Cotmehê biavêje. Lê dema îradeya gel dît û zanî wê nikare bi vê rêbazê bicîh bike. Lewma careke din dest bi êrişan hate kirin. Tevî êrişan jî gelê me vedigerin ser warê xwe.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button