Nivîskar, pisporê ewlekariyê û parlamenterê Iraqê êrîşên hovane nirxandin

Nivîskar, pisporên ewlekariyê û parlamenterên Iraqê destnîşan kirin ku civaka Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê gelek êş kişandine û zulm li ser wan heye, lê Tirkiye niha bi êrîşên xwe van êşan zêdetir dike. Êrîşên Tirkiyeyê tên wateya îlankirina şer û bêdengiya Hikûmeta Iraqê şermezar kir. 

Nivîskar û Siyasetmedarê Iraqî Silêman Umer, Pisporê Ewlekariyê yê Iraqî Haşim El-Kindî û Parlamenterê ji Fraksîyona El-Fetih Mehemed El-Beldawî derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê û bêdengiya Hikûmeta Iraqê de, ji Rojnews re axivîn.

Siyasetmedar Silêman Umer: Ev îlankirina şer e

Nivîskar û Siyasetmedarê Iraqî Silêman Umer jî got: “Civaka Êzidî ji destê terorîstên DAIŞ’ê gelek êş kişandine û zulm li ser wan heye. Di ser van re jî Tirkiye niha bi êrîşên xwe van êşan zêdetir dike. Tirkiye dixwaze zirarê bide tevahiya gelê Iraqê û bi taybet jî civaka Êzidiyan. Ev êrîşên Tirkiyeyê tên wateya îlankirina fermî ya şerekî dijî Iraqê. Pêwîste Hikûmeta Iraqê di asta navnetewî de dijî van êrîşan bikeve nava hewldanan.             Pisporê Ewlekariyê Haşim El Kindî: Helwesta hikûmetê çiyePisporê Ewlekariyê yê Iraqî Haşim El-Kindî jî li ser mijê wiha axivî: “Bêdengiya hikûmetê ya li pêkanînên dewleta Tirk tê wateya ku ronahiya kesk ji Osmaniyan re nîşan daye. Helwesta hikûmeta ku Kazimî birêve dibe, li hemberî van êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirk li ser Şengalê çiye? Ez ecêb dimînim ku her roj dijî sivîlên Iraqê êrîş pêk tên, lê hikûmeta Bexdayê bêdeng e.”

Parlamenter El-Beldewî: Pêwîste bi rêyên dîplomatîk gilî were kirin

Parlamenterê ji Fraksîyona El-Fetih Mehemed El-Beldawî êrîşên ser Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê yê Şengalê ku dewleta Tirk a dagirker duh (17 Tebax) pêk anîbûn, şermezar kirin û wiha dom kir: “Li hemberî êrîşên hovane ku bûye sedema şehadet û birîndarbûna sivîlên Şengalê pêwîste tu kes bêdeng nemîne. Pêwîste Hikûmeta Iraqê derbarê êrîşên dagirkariye dewleta Tirk bi riyên dîplomatîk gilî bike.

BEXDA/ROJNEWS

Show More
Back to top button