Jinên Şengalê ji bo 8’ê Adarê gul û belavok belav kirin 

Amadekariyên 8’ê Adarê li Şengalê berdewam dike. Bi vê boneyê komek jinên Êzidî li bajaroka Sinûnê gul û belavokên vexwendina şahiya 8’ê Adarê li gel belavkirin.

Li Şengalê amadekariyên bo pîrozbahiya 8’ê Adarê bi tempoyekî bilind berdewan dike. Li gel van amadekariyan Jinên Êzidî bi çalakiyên cûr be cûr 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz dikin. Bi vê boneyê îro jinên Şengalê li bajaroka Sinûnê gul û belavok belav kirin û 8’ê Adarê li wan pîroz kir. Çalakiya gul û belavokan di bin şiyara “Jin Jiyan Azadî û Jin Jiyan e, jiyanê nekuje” de hat lidarxistin.

Jinên Êzidî ku bi cil û bergên xwe yên gelerî li sûka Sinûnê bi taybet li ser dikanên jin têde kar dikin yan birêve dibin geriyan û gul û belavokan diyarî wan kirin.

Jinên Êzidî eleqeyekî mezin dîtin. Jinan di dema gera xwe de jinên Şengalê vexwendin şahiya ku wê 8’ê Adarê were li darxistin kirin.

Wê 8’ê Adarê li Geliyê Kersê şahiyek girseyî ji bo 8’ê Adarê were li darxistin.

Şengal-rojnews

Show More
Back to top button