Konferansa Jinan dewam dike: Divê dengê Êzidiyan bigihînîn hemû cîhanê

Konferansa Jinên Iraqî ya Navnetewî a Derbarê Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) dewam dike. Di panela yekem ya konferansê de hate gotin; “Komkujiya jinan, penaberbuna Êzidiyan û vekişîna hêzên Iraqê ya ji Şengalê şermezariyek mezine ji bo Iraqê û hêzên navnetewî. Divê dengê Êzidiyan bigihînin Komara Erebî û cîhanê.”

Li paytexta Iraq Bexdayê Konferansa Jinên Iraqî ya Navneteweyî ya Derbarê Qirkirina jinan (Jinên Êzidî) bi dirûşmeya ‘Bi vîna jina azad em li hember jenosîda Şengalê têdikoşin’ bi tevlîbûna gelek jinên ji Iraq û pêkhateyên din li hola Otela Bexdad dewam dike. Konferans bi hevkariya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û tevlîbûna jinên Iraqî pêk tê. Di konferansê wê 5 panel werin dayîn.

Panela yekem bi navnîşana ‘Di sedeya 21’an de gelê ku carek din rastî qirkirinê hatî, Êzidî’ hate dayîn.

Di destpêkê de rojnamevan Aysel Avesta li ser mijarê axivî û got; “Di hemû warî de armanca çeteyên DAIŞ’ê tinekirina Êzidiyan bû, di nava çend saetan de Şengal wêran kirin û hezaran kes hatin kuştin, revandin û jin weke kole di nava bazaran de hatin firotin. Piştî komkujiyê demek kurt de Yekîneyên Parastina Şengalê YBŞ û YJŞ hatin damezrandin û parastina Şengalê kirin. Tevgera Azadî ya Jinên Şengalê û Partiya Azadiya Demokratîk ya Êzidiyan PADÊ, hatin ramezrandin û jinan xwe bi rêxistinkirin.”

Piştî wê nivîskar û mamostaya zanîngeha Bexdayê Macide Hatu Haşim axivî û got; “Komkujî ne tenê kuştine, bi hemû awayî têkbirina ziman, cihwar, çand, huner, tundûtujî û desdirêjî jî dibin komkujî. Kuştin û penaberkirina Êzidiyan komkujiyên herî dijwarin. Komkujiyek bi vî awayî di sedeya 21’an de ji bo mirovahiyê şermezariye. Komkujiya jinan û penaberbûna Êzidiyan, vekişîna hêzên parastinê ji Şengalê, ji bo Iraq û hêzên navnetewî şermezarî bû. Ji ber ev ne serdema revê ye, lê kolekirin û destdirêjiya zayendî li ser jinan pêkhat. Pêwîste di vê konferansê de û dema bê de jî, em dengê xwe bigihînin komara Erebî û wezaretên din ên cûda. Heya rewşa Şengalê û jinên Şengalê ber bi başiyê biçe, divê komkujî weke jenosîd were nasîn.”

Di dawiya panelê de jî endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Lale Azad axivî û got; “Tevî îmzekirina peyaman navnetewî ya parastina mafê mirovan, Iraq, Îran û Tirkiye binpêkirinan dikin û Êzidî ji komkujiyê nehatine parastin. Ev welat bûn beşek ji komploya ser Êzidiyan. Piştî van komkujiyane, jinan xwe bi rêxistinkirin û nîşanê cîhanê dan ku xwe diparêzin. Hêza YJŞ’ê damezrandin û parastina Şengalê girtin ser stûyê xwe. Ev jî li ser bingehê fikir û ramana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêkhat.”

Di van kêliyan de konferans bi panela dûyem dewam dike.

ROJNEWS-ŞENGAL

 

Show More
Back to top button