Konferansa Jinan a Navneteweyî bi encamnameyekê bi dawî bû

Konferansa Jinên Iraqî ya Navnetewey ya Derbarê Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) ku îro li Bexda bi tevlîbûna sedan jinan li Otela Bexda pêk hat, bi encamenameyekê bi dawî bû.

Li Bexdayê Konferansa Jinên Iraqî ya Navneteweyî ya Derbarê Qirkirina jinan (Jinên Êzidî) bi dirûşmeya ‘Bi vîna jina azad em li hember jenosîda Şengalê têdikoşin’ bi tevlêbûna gelek jinên ji Iraq û pêkhateyên din pêk hat. Konferans bi hevkariya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û tevlêbûna jinên Iraqî hate lidarxistin.

Konferansa Jinên Iraqê ya Navneteweyî bi encamnameyekê dawî bû.

Encamnameya Konferansê wiha ye:

“Encamnameya Konferansa Jinan a Navneteweyî, ku di 30’ê Tebaxa 2022’an de li paytexta Iraqê Bexdayê bi dirûşmeya ‘Em ê bi îradeya azad a jinan li dijî Qirkirina Şengalê têbikoşin’ hate lidarxistin.

Êrîşên qirkirin (nijadkujî) û qirkirina jinan (jinkujî) yên li ser Şengalê yên 3’ê Tebaxa 2014’an di dilê me hemûyan de birîneke xedar e. Em van êrîşan bi taybetî yên li dij jinên Êzidî wekî êrîşên li dijî hemû jinan dinirxînin. Lê mixabin ev êrîşa jenosîdê ya li Şengalê ne ya yekemîn bû li Iraqê. Di navbera 1986-1989’an de êrîşên qirkirinê yên bi fermana Serokkomarê wê demê Seddam Husên ên li dijî gelê Kurd û herweha pêkanînên qirkirinê yên li dijî Erebên Şîa yên Iraqê yên di sala 1991’an de hîna jî di bîra de zindî ne. Ji ber vê yekê sedema pêkanînên dijmirovî yên wekî qirkirin û jinkujî lew îdeolojî û polîtîka ne, ku li ser esasên desthilatdarî û mêtîngeriyê tên meşandin.

Em diyar dikin ku em ê li dijî zayendperestî, neteweperestî, mezhebperestî û olperestiyê bi taybetî jî zayendperestiyê têkoşîneke karîger bimeşînin da ku di paşerojê de tu zayend, gel û civaka baweriyan nekeve bin hovîtiyên bi vî rengî. Em ji dil bawer dikin ku em ê li welatên ku em lê dijîn, di warê pêşxistina demokrasî, azadî û aştiyê de tevkariyê bikin, heger encax em jin xwe li ser esasê îradeya azad bi pêş bixin û xwe bi rêxistin bikin.

Em qebûl nakin ku ev êrîşa sîstematîk a ku li ser gelê Şengalê hatiye kirin, heta niha ji aliyê tu dewlet û saziyan ve bi tundiya pêwîst nehatiye nirxandin û berpirsyar nehatine eşkere kirin. Her çend statûya Şengalê ne diyar bû jî, di 3’ê Tebaxa 2014’an de Şengal ji aliyê îdarî ve di bin berpirsyariya hikûmeta navendî ya Iraqê û asayîşa wê jî di bin berpirsyariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû. Tevî vê yekê jî, di vê êrîşa Qirkirin/Jinkujiyê de berpirsyariya her du desthilatdaran (Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê) hîn nehatiye nîqaşkirin û ronî kirin.

Her wiha di derbarê wan welatan de ku di serî de Tirkiyeheye, ku piştgirî dan rêxistina terorê DAIŞ’ê, lêpirsîn yan darizandinek pêk nehat. Ev yek ne bi tenê şermek e lê di heman demê de rê li ber komkujiyên nû jî vedike. Em girîngiyê didin rapora bi navê ‘Berpirsiyariya Dewletê û Qirkirina Êzidiyan’, ku Komîteya Edaletê ya Êzidiyan (Yezidi Justice Committe -YJC) di Tîrmeha 2022’an de weşand.

Ji ber vê yekê em bang li rêxistinên navneteweyî (bi taybetî Neteweyên Yekgirtî- NY û Dadgeha Navneteweyî ya Sûcên Şerî ya Laheyê) dikin ku li ser wan îdiayan lêkolînê bikin, ku di raporê de hatine diyar kirin. Neteweyên Yekgirtî, Parlamentoya Ewropa’yê û gelek meclîsên neteweyî, hovîtiya li Şengalê hat kirin, weke Qirkirin qebûl kir. Em hemû wan saziyan, ku ev biryar girtine pîroz dikin û bang li meclîsên din û saziyên navneteweyî dikin ku Qirkirin û Qirkirina Jinan bi fermî nas bikin. Bi taybetî em daxwaz dikin ku hemû dewlet û saziyên ku Qirkirinê nas dikin ji bo darizandina berpirsyaran bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo azadkirina bi hezaran jin û zarokên Êzidî yên ku hîna jî di destê DAIŞ’ê de ne, divê xebateke navneteweyî bê kirin. Her wiha ji bo gelê Êzidî, ku ji ber fermana 74’an neçar man cih û warên xwe biterikînin û di nava şert û mercên gelekî dijwar de dijîn, da ku careke din vegerin ser axa xwe, divê astengiyên heyî bên rakirin. Em bang li PDK’ê dikin ku bi awayên cuda vegera gelê Êzidî zehmet dike, dest ji van pêngavan berde. Careke din em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin, ku piştgiriyê bidin tazmînata zerarên şer, paqijkirina mayinên li wargehên ku ji aliyê çeteyan ve hatine mayinkirin û ji nû ve avakirina bajarê wêrankirî yê Şengalê.

Heta niha di bin hiqûqa navneteweyî de kuştina jinan weke sûcê şerî nehatiye qebûlkirin. Em daxwaz dikin ku êrîşa ser jinan a li Şengalê ji aliyê hemû saziyên pêwendîdar ên navneteweyî û bi taybetî ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve wekî sûcê şerî û sûcê li dijî mirovahiyê bê pênase kirin.

Em mafê xweparastinê yê hemû gel, civak û baweriyên bindest ên li dijî xeteriya qirkirin û qirkirina jinê diparêzin û diyar dikin ku em xweparastina gel û jinên Şengalê rewa dibînin ku bi awayên cuda tê astengkirin. Em diyar dikin ku mafê hemû pêkhateyan heye ku xwe birêxistin bikin û ev mafê herî bingehîn û rewa ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû aliyên alîgirê demokrasî û mafên mirovan dikin ku piştgiriyê bidin rastiya xwerêveberiya gelê Şingal’ê.

Şengal di sala 2014’an de ji ber êrîş û şerê ku li ser hat meşandin, hat wêran kirin. Şêniyên Şengalê heta niha bi derfetên xwe hewlê didin pêdiviyên bingehîn ên wekî nexweşxane, dibistan û perestgehan ava bikin. Di demeke weha de, ku ji sazî û dewletên navneteweyî û bi taybetî jî Iraq ji bo dermankirina van birînan hêvî tê kirin, êrîşên li ser Şengalê vê carê bi destê Tirkiye û Iraqê hatin pêk anîn. Em hemû êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Êzidî yên li Şengalê şermezar dikin û dixwazin demildest dawî li wan êrîşan were anîn. Em him pêwîst dibîn him jî daxwaz ji hêzên berpirsiyar dikin, ku qada hewayî ya Şengalê ji dewleta Tirk a dagirker re were girtin.

Eşkere ye ku meşandina siyaseteke hişk a berjewendiyan, ku hesasiyet û tirsa civakeke (gelekî) ku rastî jenosîdê hatiye paşguh dike, ne tenê polîtîkayeke xerab a dewletê ye, herweha ji hilberandina çareseriyê jî dûr e. Ger ji dil tê xwestin ku ji bo Şengalê çareseriyekê were dîtin, em bawer dikin ku ev yek bi tenê bi naskirina îradeya gelê li Şengalê û tevlîkirina vê îradeyê ya di nav nîqaşên çareseriyê de pêkan e. Wekî ku di rêkeftina 9’ê Cotmeha 2020’an de tê dîtin ku ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye îmzekirin, em tu biryarên ku bêyî tevlêbûna civaka Êzidî û saziyên li Şengalê hatine girtin rewa nabînin û em daxwaz dikin ku demildest dev ji van biryaran were berdan. Heger li Şengalê çareseriyek pêk were, ev yek bi tenê bi naskirina îradeya xwerêveberiyê ya gelê Şengalê pêkan e.

Divê jinên ku mexdûrên herî mezin ên êrîşên 3’ê Tebaxê ne, di hemû biryarên têkildarî Şengalê de beşdar bibin. Ji ber vê yekê em dibêjin, her biryarek ku vîna jinê tê de nebe, nikare mayînde û dadperwer be. Lewma divê were zanîn ku her projeyek ku vîna jinê nîşan nede çareseriyên mayînde dernaxe holê.

DAIŞ bi nîqaşên olî, li dijî Êzidiyan êrîşên hovane pêk anîn. Bi vê minasebetê em bang li hemû pêkhateyên olî û baweriyê, ku nebûne hevparê vî sûcî, ku piştgirî bidin gelê Êzidî û diyaloga navbera olan pêş bixin.

Wekî jinên, ku di vê konferansê de beşdar bûne, em diyar dikin, li hember vê hovîtiya ku li ser jinên Êzidî tê meşandin, bersiva herî baş, hevgirtin û birêxistinkirina cihanî yan jinan e û em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku werin em bi hev re hesabê qirkirina jinên Şengalê bipirsin.”

 

ROJNEWS-BEXDA

Show More
Back to top button