Welatiyên Şengalê: Ji bo PKK ji lîsta terorê derkeve, çi ji destê me bê emê bikin 

Li Şengalê hemû gûnd û komelgehan xebatên kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ hatibû despêkirin berdewam dike. Şengalî jî dibêjin “Ji bo PKK ji listeya terorê derkeve, çi ji dest me were em ê bikin.”

Bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî, ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin di 13’ê Kanuna 2021’an kampanyayek dan despêkirin. Kampanya didome, li gelek welatên cîhanê destek tê dayîna vê kampanyê. Kampanya li qada navneteweyî tê meşandin. Piştgirîya ji bo kampanyayê li Şengalê jî berdewam dike.

Jinên Şengalê wekî her xebatê, pêşengtiya kampanyaya îmzayan jî dikin. Yek ji wan jinan Rena Şengalî ye ku tevlî xebata kampanyaya îmzayê buye û dibeje, PKK di fermana 2014’an de hawara wan ve hatiye û wan ji destê DAIŞ’ê xilas kiriye û wiha got; “Ne ji şervanên PKK’ê ba wê gelek ji me ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiban kuştin. Em wekî jinên Şengalê li pişt şervanên PKK’ê ne, wekî jinên Şengalê ji bo xebatên kampanyayê çi ji destê me were emê bikin.”

‘Em ê bê westan bo PKK’ê kar bikin’

Jina bi navê Zozan Şengalî jî diyar kir ku fikrê PKK’ê fikrekî mirovî ye û wiha domand: “Em dixwazin PKK’ê ji listeya terorê derkeve. PKK ne terore, rêxistinekî mirovî ye. Ji bo vê wekî dayîkên Şengalê çi ji destê me were em ê ji bo PKK’ê bikin. Em guh nadin westandina xwe, em çiqasî kar bidin meşandin jî em deyndarê Serokatîne û em deyndarê PKK’ê ne.”

Zozan bang li gelê Êzidî kir û wiha pêde çû: “Em bibin yek dest, em bibin yek dil û em PKK’ê ji listeya terorê derxînin. Em li fikrê Serok Apo û PKK’ê xwedî derbikevin. Ew xwedî li me derketin pêwiste em jî xwedî li wan derbikevin.”

Jina bi navê Helo Şengalî jî bibîr xist kû eger ne ji PKK’ê be kesek dîtir ji bo wan tiştek nedikir û got: “Ji bo PKK ji listeya terorê derkeve çi ji dest me were emê bikin. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî em ê li pişt şehîdên xwe bin.”

‘PKK xistina lista terorê zilmeke’

Endamê Meclîsa Digurê Musa Şengalî jî destnîşan kir kû PKK’ê ne layiqê lîsteya terorê ye û wiha axivî: “PKK rêxistinek mirovatiyê ye, ehlaqî ye. Me li gel PKK ji bilî alîkarî, başî û exlaqî tiştekî dîtir nedît. PKK’ê xistina nav lîsteya terorê zilmeke. Wekî gelê Şengalê me başiya PKK’ê dit û me pêre hevaltî kir.”

Musa her wiha bang li gelê Şengalê kir û got; “Divê bi taybet gelê Êzidî beramberî biryara dewletan rabe ser xwe û qebûl neke. Divê gelê Êzidî di kampayaya îmzayê de alîkarî bidin.”

ADAR AVESTA-ŞENGAL

Show More
Back to top button