Şervanên YJŞ’ê dewreya xwe ya karateyê qedandin

Şervanên YJŞ'ê yên ku di bin sîwana Akademiya Şehîd Bêrîvan Şingalî de tevlî dewreya karate bûbûn û dewre qedandin gotin, "Ji perwerdehiya karateyê armanca me ew e ku çekeke me ya veşartî hebe."

Dewreya perwerdeyê ya karateyê ku di sîwana Akademiya  Şehîd Bêrîvan Şingalî de hatibû destpêkirin qediya û dewre diyarî fermandara YJA-STARê şehîd Nûjîn Amed û şehîdên Şingalê hate kirin.

Şervanên ku tevlî perwerdehiya karateyê bûbûn gotin, karate esas armanca wê ew e ku jinên Şingalê hîn behtir aliyê leşkerî de xwe xurt bikin.

Ji bo qedandina dewreyê bernameyek hate çêkirin. Fermandar û şervan li bernameyê hazir bûn. Fermandar û şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YJŞ) ku tevlî bernameyê bûn axivîn.

Li bernameyê Fermandara YJŞ’ ê Viyan Hebabî axivî. Hebabî fermandar û pêşengên mîna Nûjîn Amed û Bêrîvanan bibîranî û wiha got, “Hevalên wekî şehîd Nûjîn li ser vê xakê ked dane û di şexsê şehîdên  nemir de bi YJŞê xwe rêxistin kirin û bin navê berxwedaniya van hevalan em vê dewra perwerde diyarî tevahî berxwederên Şingalê û jinên Êzidî dikin.”

Hebabî bi domdarî got, “Hem ji hela fikrî û hem jî ji hêla leşkerî xwe perwerdekirin  ji her jinên cihanê zêdetir ji bo jinên Şingalê hewce ye. Ji bo me jinên Êzidî xwe perwerde kirin xetek e. Aniha jî bi şiklekî xwe perwerde kirin û dewra xwe ya karete xilas kirin û ev jî keda Serokatî û şehîdan e.

Çiqas êrîş werin ser me bila were werin, sedî sed xwerêxistiniya me wê ji dijmin re bibe bersiva  herî tûj. Planên li ser Şingalê û jinan  û çanda ku dixwazin derveyî exlaqa Êzdatiyê di Şingalê de bidin rûniştandin bi van perwerde û zanistiya jinê ve wê were pûçkirin.”

Şervana YJŞ’ ê Bêrîvan Şingalî kefxweşiya xwe ya ji bo rojeke wiha anî ziman. Şingalî got,”Bi zanistiya ramanên Rêber Apo em li ser xaka xwe perwerde dibînin. Armanca me ya perwerdeya karete ev bû ku çeka me ya veşartî hebe û em xwe bi hêz bikin. Bîryardariya  me ya esasî ev e ku  keç û jinên Êzidî ku di fermanê de hatine qetilkirin, şewitandin û revandin bikaribin tola wan hilînin. Li ser vê esasê ji bo ku em bikaribin tol hilînin pewistiya her mirovekî heye ku di bin sîwana fikrên Rêber Apo de perwerde bibine.”

Şervana YJŞ’ ê Dilvîn Şingalî jî kelecana xwe wiha anî ser ziman: ”Ev 2 meh in em perwerdeya karete dibinin. Em wê dewre diyarî Rêber Apo û şervanên ku di çeperande şer dikin. Esas armanca me ev e ku keçen Êzidî xwe perwerde bikin û bigihijin zanînekê. Ji bo ku fermaneke dî li ser Êzîdiniyan ranebe em vê perwerdehiyê dibînin.”

Girtina Akademiya Şehîd Bêrîvan dewreya karateyê bi dîlan û şahiyê bi dawî bû.

NAF- HÊJAR AVESTA-  ŞENGAL

Show More
Back to top button