Civaka Êzidî Cejna Rojiyên Êzî li şehîdan pîroz kirin

Piştî Rojiyên Êzî ku roja sêşemê destpê kiribû û 3 rojan dom kirin, sibe li gorî hesaba Mergehê Cejna Rojiyên Feqîran’e. Bi vê boneyê xelkê Şengalê seredana gorên şehîdan kirin û şehîdên  berxwedaniya Şengalê bi pêxistina mûman bibîr anîn.

Di nava Êzidiyan de beriya her rojeka pîroz civak serdana goristanên xwe dike û ji bo kesên xwe yên di jiyanê de nemane xêrê belav dikin. Li Şengalê sibe Cejna Rojiyên Êzî ya Feqîran’e. Li gorî hesaba Mergehê Rojiyên Êzî yên Feqîran roja Sêşemê destpê kiribûn û îro bidawî bûn. Piştî rojiyên ku 3 rojan dom kirin, sibe cejin tê pîrozkirin. Ji ber ku Şengal bi ked, têkoşîn û berxwedana şehîdan hatiye rizgarkirin û gel vegeriyane ser malên xwe, civak beriya her tiştî rojên xwe yên pîroz bi serdana goristanên şehîdên xwe re despê dike.

Di çarçoveya cejnê de gelê Şengalê û gundewarên wê, îro di êvara cejnê de çûn goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan. Li ser gorên şehîdan mûm pêxistin û şehîdên ku li ber axa Şengalê de canê xwe dane bibîr anîn.

Şengaliyan dan diyakirin ku ew bi saya keda Şehîda dikarin rojên xwe pîroz bikin û banga xwedî derketina li keda şehîda li civaka Êzidî hate kirin.

Dayika Şehîd Tîrêj, Berfê Elyas ku di goristanê amade bû, destpê Cejna Rojiyên Êzî li Rêber Abdullah Ocalan û tevahiya malbatên şehîdan pîroz kir û got: “Her şervanekî ku îro di çeperan de li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide û li ser xeta van şehîdan têdikoşin, em vê cejnê li wan pîroz dikin. Em Cejna Rojiyên Êzidî li Rêber Apo pîroz dikin. Ji ber bi saya şagirtên Rêbertî û van şehîdan em îro dikarin cejnên xwe pîroz bikin.

Berfê da diyakirin ku wan wek civaka Êzidî hêz ji van şehîdan girtiye ku ew dikarin ol û axa xwe biparêzin û wiha got; “Ji her derê berê xwe dan Şengalê û ji bo parastina vê axa pîroz keç û xortan canê xwe kirin feda. Em jî di rojên pîroz de serdana goristana dikin û li şehîdên xwe xwedî derdikevin. Her kesekî li ber axa Şengalê de canê xwe dabe ew şehîdên me ne. Ji bo xwedî derketina li keda van şehîdan jî em bang li civaka Êzidî dikin ku vegerin ser axa xwe.”

07/12/2023  -ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button