Rêveberiya Xweser hişyarî da saziyên navnetewî û dezgehên hikûmî yên li Şengalê

Li ser hişyariya Rêveberiya Xweser a Şengalê ku ji ber bêdengiya hikumeta Iraqê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk, saziyên fermî yên Iraqê yên li Şengalê îro nehatin vekirin. Rêveberiya Xweser diyar kiribû, ti hukmê hikumeta Iraqê li Şengalê nemaye.

Êrişên li ser Şengalê bi taybetî jî li hemberî rêveber û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê demên dawî zêde bûne. Piştî ku 7’ê Kanûnê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda bi êrişa balafirên dewleta Tirk hate şehîdxistin, doh êvarê jî balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê barand.

Ev êrişa li ser Meclîsa Gel a Xanesorê bi tesadufî nebû. Amadekarî dihate kirin ku îro bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehan, pêkhateyên Şengalê xêra Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Xwedêda bide. Lê ji ber êrîş ev bernameya belavkirina xêrê betalbû.

Sazî û dezgehên Iraqî jî hatibûn vexwendin

Rayedarên Rêveberiya Xweser a Şengalê dan zanîn ku sazî, dezgeh û kesayetên hikumeta Iraqê jî ji bovê bernameyê hatibûn vexwendin. Lê tevî vê rastiyê jî hikumeta Iraqê ne helwest li hemberî êrişa 7’ê Kanûnê nîşan da ne jî rê li ber vê êrişa dawî girt.

Ji ber bêdengiya Iraqê êriş dewam dikin

Li hemberî van êrişên ku bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê têne kirin, di serî de hikumeta Iraqê bêdengiya hêzên navneteweyî berdewam dike. Rêveberiya Xweser a Şengalê li hemberî bêdengiya hikumeta Iraqê ku rê li ber van êrişan vedike helwesteke cidî ya siyasî girt.

Rêveberiya Xweser hişyarî da

Rêveberên Rêveberiya Xweser destnîşan kirin ku êdî hikumeta Iraqê bi ti awayî nikare Şengalê biparêze û tu serweriya wê jî nemaye. Ji ber van sedeman Rêveberiya Xweser doh bi nivîseke fermî hişyarî da hemû sazî û dezgehên hikumeta Iraqê yên li Şengalê û her wiha munazameyên ku bi dewletên navneteweyî re kar dikin ku îro yek ji wan jî deriyê dezgehên xwe venekin.

Gel sazî û dezgehên fermî yên Iraqê êdî qebûl nake

Ji ber ku êdî Şengal bi her awayî ji her cûre êrişan re vekiriye û helwesta gel a li hemberî sazî û dezgehên hikumeta Iraqê hatiye asta qûtbûnê, Rêveberiya Xweser helwest û hişyariyek bi vî rengî pêş xistiye. Li gorî hişyariya Rêveberiya Xweser ji bilî nexweşxane û dibistanan wê tu sazî û dezgehên fermî îro li Şengalê deriyên xwe venekin.

Li gorî agahiyên destpêkê jî, li ser vê hişyarî û helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê, piraniya sazî û dezgehên hikumeta Iraqê yên li Şengalê îro dest bi kar nekirine.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button