4. Kongreya PADÊ destpê kir  

Li nehiya Sinûnê ya Şengalê bi tevlîbûna 250 delegeyan û 500 mêvanan 4. Kongre Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) destpê kir.

4. Kongreya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) bi tevlîbûna 250 delege û 500 mêhvanan bi şîara, “Azadî, Demokratî û Aşitî” li nehiya Sinûnê ya Şengalê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê û berpirsên leşkerî, serokeşîrên Êzidî û Ereb, oldarên Êzdî, nûnerên YNK’ê, Partiya Pêşvero, nûnerên Şîayên Şengal, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê tevlî bûne.

Piştre dîwana kongreyê hate hilbijartin û di serî de axaftina vekirina kongreyê ji aliyê Hevserokê PADÊ Emer Saleh ve hate kirin. Emer Salih 4. Kongreya PADÊ li tevahiya gelê Êzidî pîroz kir û got: “Em tev dizanin, ev dema ku em têde jiyan dikin bi her awayî tijiye û rojane rojevên herêmê û cîhanê ên siyasî diguherin. Bi giştî rewşa cîhanê rewşa Iraq û herêmê krîz û qeyrana birdozî, siyasî, aborî û civakî her ku diçe kûr û mezintir dibe. Ev rê li ber şer û pevçûnan vedike. Mirov dikare vê pêvajoyê weke şerê cîhanê yê yekemîn binav bike. Dîsa navenda vî şerî herêma me ye. Herêma me bi giştî di nav qeyran, alozî, şer û pevçûnê de ye.

Di vî şerî de dewleta Tirk a dagirker dixwaze xeyala xwe ya Osmanî pêk bîne û Rojhilata Navîn bi giştî dagir bike. Di destpêkê de jî li axa Kurdistan û çiyayê Şengalê qirkirinan pêkbîne û dagir bike. Li pêşiya çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn astengiya herî mezin dewleta Tirk a faşîste ku nahêle çareserî pêş bikeve. Êrişên ku li ser Rojava û Sûrî, Başûrê Kurdistan û Şengalê dîsa êrişên li ser Başîqa û binpêkirinên mafê sînoran a axa Iraqê hedef û xeyalê xwe yê dagirkirin û xeyalê wî ya sînorên Osmanî dide diyarkirin.”

Emer Saleh wiha domand, “Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de me çima xwe neparast, çima me parastina xwe ji hinekan re hişt. Heta van sed salê dawî jî miletê me li ser kevneşopî û irf û adetên xwe dîsa bi lewazî be jî parastina xwe dikir û jiyana xwe birêve dibin. Van sed salên dawî yên di serdema modernîteya kapîtalîst de, li gorî serdemên din ji hêla fikrî, siyasî, aborî û civakî de xwe nû nekir û yên heyî jî nikarîn bibin bersiv, lewma ên heyî jî gav bi gav hebûna xwe lewaz dibe û winda dike. Lewra niha miletê ku bê rêxistin û parastin be nikare xwe birêve bibe û wê mafê heyî jî ji dest bide. Êzîdiyan piştî fermanê bi fikir û felsefeya demokratîk û azad xwe birêxistin kir û hemû şaxên xwe yê neteweya demokratîk bi saz kir. PADÊ jî weke partiyek gelê Êzîdî di Iraqê de ji bo çareserkirina pirskirêkên civaka Êzîdî hate avakirin û xebatên xwe yên siyasî û civakî dimeşîne.”

Her wiha Emer Saleh bal kişande li ser bikaranîna çekên kîmeyawî yên li dijî gerîlayên azadiya Kurdistan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û diyar kir ku ev karekî li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye, pêwîste her kes li dijî van binpêkirina rabe û got ku di dema êrişan de civaka Êzidî tenê PKK li gel xwe dît.

  1. Kongreya PADÊ bi axaftin û peyamên sazî, rêxistin û mêvanan berdewam dike.

20’ê Nîsana 2004’an de Tevgera Êzidiyan a Demokratîk (TEVDA) ji aliyê Şehîd Saet Hesen û hevalên wî ve ji bo rêxistinkirine Êzdiyan tê avakirin. Di sala 2005’an de Şehîd Saet Hesen dibe Serokê TEVDA’yê.

Bi êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê re ku civaka Êzidî ji nû dest bi xwe rêxsitnkirinê kirin, di vê çarçoveyê de ji bo îradeya siyasî ya civaka Êzidî di 19’ê Tîrmeha 2017’an de li Şengalê kongreya damezirandina PADÊ hate lidarxstin.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button