Gelê Şengalê: Dewleta Tirk navendên Êzîdiyan yên pîroz hedef digire!

Gelê Şengalê yê piştî êrîşê herikîn Meclisa Gel a Xanesorê hêrsa xwe ya li dijî êrîşan bi van gotinan anîn ziman: “Meclîsa Xanesorê navenda çareserkirina hemû pirsgirêkên Êzîdiyanbû. Dewleta Tirk li navenda me ya pîroz a weke Laleşê ango Meclîsa Gel xist. Raste rast navendên me yên pîroz hedef digire.”

Îro di saetên êvarê de balafirên şer ên Tirk êrîşê Meclîsa Gel a Xanesorê kir. Di encama êrîşê de meclîsa gel bi temamî rûxiya, lê zirarên giyanî çênebû. Tevî liv û tevgera balafirên şer jî gelê Şengalê li gel rêveberên xwe li ber avahiya meclîsa gel kombûn û nerazîbûn nîşana êrîşan dan.

Li gel daxuyaniya Cîgira Hevserokên Desteya Rêveber a Gel ya Şengalê Sêve Emo, jin, ciwan û hemû xelkê Şengalê nerazîbûn dan nîşan û diyar kirin, Meclîsa Gel navendeke pîrozbû ji bo Êzîdiyan û jêre digotin, ‘Laleş’. Xelkê ku kombûn diyar kirin Meclîsa Gel hemû pirsgirêkên rojane yên gel çareser dikir û weke navendeke çareseriyê ya pîroz rol dilîst.

Gel hem nerazîbûn nîşana êrîşên dewleta Tirk dan, hem bêdengî û hevkariya hikûmeta Kazimî şermezarkirin û bi dirûşmên ‘Bimre Xiyanet’ hevkarên dewleta Tirk şermezar kirin.

Girseya ku li ber meclisa gel kombû bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo’ biryardariya xwe ya li hember êrîşan û israra di ‘Xweseriya Şengalê’ de peyam dan Tirkiye, Iraq û PDK’ê.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button