Jinên Êzidî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ meşiyan

Jinên Êzidî bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê, bi dirûşma 'Li hemberî qirkirina jinê Jin, Jiyan, Azadî' meşiyan û berxwedana Rojava silav kirin.

Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), jinên Êzidî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê meşiyan. Meş bi amadebûna gelek jin û mêrên Êzidî li nehya Sinûnê destpê kir. Di meşê de bênavber dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Berxwedana Jinan’, ‘Jin Jiyane, Jiyanê Nekujin’ hatin bilind kirin. Her wiha pankartên bi nivîsa ‘Li hemberî zorderiyê dem dema xwe rêxistinkirin û parastina jinê ye’, posterên Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan û jinên şoreşger hatibûn bilind kirin.

Meş heta Parka Çandî a Sinunê berdewam kir, li wir daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê TAJÊ Riham Hico axivî.

Riham di despêke axaftina xwe de balkişand li ser berxwedana jinan û got: “Em tevahî êrîşên ser jinan şer mezar dikin. Di cîhanê de beranberî mirovatiyê, beranberî tevahî zîndiyan şîdetek tê meşandin. Şîdet ne tenê li ser jinê li ser zarok, xweza û giştî mirovahiye tê meşandin. Hezên desthilatar ji bo ku berjevendiya xwe ser bixin, her tiştî dikin. Li Çiyayê Kurdistanê û Rojava ye Kurdistanê hêzen desthilatar bi çekên kîmyawî, bi çekên herî giran bi kar tînin. Ji bo em civak û axa xwe bi parêzin çi erk bikeve ser milê me emê pêk bînin. Li hember desthilatarî û şidetê wê xeta berxwedanê, azadiyê, îrade û serxwebûne serbikeve.”

‘Li hember şidetê em serî natewînin’

Riham Hico diyar kir ku ewê ji bo azadiyê her têbikoşin û wiha dewam kir: “Ew şîdet heta dawî dewam neke. Ji bo ew şîdet were rakirin em wekî jinên Êzidî li hember zilma, dewletê û li hember tevahî hêzan ji bo em mafê xwe bi dest bixin, ji bo em bigihîjin azadiya xwe û azadiya civaka xwe, çi ji me were xwestin emê pêk bînin. Emê xwe bi rexistin bikin, xwe bi îrade bikin. Emê tevahî Şengalê bi rexistin bikin û emê tu carî serî netawînin.”

Riham, berxwedaniya gelê Rojava silav kir û got: “Em bi boneya vî rojê berxwedaniya ku niha li Rojava tê meşandin em silav dikin. Em vî berxwedaniyê wekî berxwedaniya xwe dibînin. Erişên li ser Rojava heman feraseta zilamsalarî ye.”

‘Ji bo tola jinan em ê têkoşînê bikin’

Riham di dawiya daxuyaniyê de soza tolhildanê da û got: “Dijmin jinên pêşeng, jinên ku serî natewînin ji xwe re dikin hedef, lê em wek rêxistina jinan ji bo tola Jîna Emînî tola Axîna biçûk hilînin emê her dinav têkoşînede bin û ti carê em serî natewînin.”

Meş bi diruşmaya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Rojnews-Şingal

Show More
Back to top button