Fermandar Kendal Çiya: Li Şengalê hêz û îradeyek ji pola çêbûye

Endamê Fermandariya YBŞ’ê Kendal Çiya qala pêngava rizgarkirina Şengalê kir û wiha got: “8 sal li ser azadkirina navenda bajarê Şengalê re derbas dibin. Di van 8 salan de gelek tiştên bêne gotin hene. Lê ya destpêkê bê gotin ewe Egîd û qehremanên ji bo van rojan diyarî me bikin xwîna xwe ya pak û pîroz rijandin û bûne cangorî, em wan bi rêzdarî bibîrtînin û bejna xwe li hember wê fedakariya wan a mezin û mertebeya wan a bilind di tewînin. Eger wan rêhevalan, zarokên gelê me yên herî şirîn û Egîd ew fedayitî nekiribana, bêguman ne Şengal rizgar dibû û ne emê hatibana van rojan.”

Endamê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Kendal Çiya di derbarê 8.emîn salvegera rizgarkirina navenda bajarê Şengalê ji ajansa me re axivî.

Fermandar Kendal Çiya qala pêvajoya 13’ê Mijdara 2015’an a rizgarkirina navenda bajarê Şengalê kir û wiha got: “Belkî ezê nikaribim navê wan hemû fermandar û lehengan di vir de yek bi yek bibîrbixim ez ji wan lêborîna xwe dixwazim, lê ji fermandarên destpêkê Dilşêr, Egîd, Dilgeş û Berxwedanan heta cangoriyê me yê herî dawî fermandar Dîndar Avêsta keda bi hezaran hevalî di rizgarkirina bajar de çêbû. Eger ji bo azadkirina axa pîroz a Şengalê,  pîrozkirinek bê kirin, beriya her kesî divê li  Rêber Apo û şagirtên wî, li van hevalan bê pîrozkirin. Ez vê rojê di serîde li Rêber APO pîroz dikim û ji Şengala berxwedêr heta girava Îmraliyê li ser navê civaka Êzidî silav û hezkirinên xwe pêşkêş dikim û berxwedaniya wî pîroz dikim. Her wiha li tevahî cangoriyên fermana û bi taybetî fermana 2014’an pîroz dikim. Li gelê me yê Êzidî ku di bin kêra qirkirinê re derbas dibe û tirajediya herî mezin a sedsalê jiyankir û hêjî li dijî planên qirêj li berxwe dide pîroz dikim. Bîranîna herî rast ew e em layîqê nirxên wan cangoriyan bibin û li doza wana xwedî derkevin. Çawa şervanên Rêber APO Şengal rizgarkir û bi fikir û felsefeya Rêber APO Rêveberiya Xweser a Şengalê hate avakirin, îro ji bo azadiya Rêber Apo pêngaveke dîrokî li tevahî cîhanê hatiye destpêkirin, erkê me ye em jî weke civaka Êzidî ji bo azadiya Rêbertiya xwe seferber bibin.”

‘Fikirê Rêber Apo, li pêşiya fermanê bû asteng’

Fermandar Çiya bal kişand ser plansaziya wê demê û got: “Êriş û felaketa 2014’an li ser navê DAIŞ’ê hat serê civaka Êzidî, ne weke dihat dîtin û gotin bû. Hinan digot, komeke çete a selefiya Îslamiya radîkale. Hineka digot rêxistineke terorîste. Êzidiyan jî digot, Erebin doza dîn dikin. Beriya her tiştî divê bê zanîn ew ferman ne ji aliyê Ereb-Îslamê ve hate ser me û ne xezeba Xwedê bû. Raste koka rêxistina DAIŞ’ê heta El Qaîde û Êxwaniyan diçe. Lê Êxwan El Mislimîn bi destê kê û çawa çêbûne manayê zanîn. Kesekî bi navê Hesen El Benna li paytexta Misir Qahîre di 22’ê adara sala 1928 ev tenzîm ragihand. Raste bîrdoziya wê weke Îslamî sinî xwiya dike lê di rastiyê de Ingilîz bi destê ajanê xwe yên weke Loransê Ereb da avakirin. Armanca avakirina vê tevgerê yek Ereban parçe parçe bike û bi rêve bibe, ya din Rûsya Sovyet li rojhilata navîn lewaz bike,  Tirkiyê û Îsraîl bê avakirin, ji xwe ev kir. Yek bingeha pirsgirêka gelê Ereb ji vir tê. Ya din kengî di çarçoveya tifaqiya îslahkirina Şerqê a sala 1924’ê de gelê Kurd tune hate hesibandin û biryara qirkirina wan hate dayîn, pirsgirêka Kurd destpêkir. Ev tifaqî jî di navbera Tirkiyê û Ingilîza de hatekirin. Di vî sedsalê derbasbûyî de timî Ereb hatin Kuştin û parçekirin û Kurd jî ketin ber çerxa bişaftin û qirkirinê. Bi kurtî di vê sedsalê de tu carî Şerê Ereb û Kurd çênebûye. Pirsgirêka Kurd û Ereb ne pirsgirêkekî di navbera herdû gelan de ye, berovajî vê, di navbera wan û Îsraîl û Tirkiyê de ye. Di rastiyê de pirsgirêka Kurd-Tirk û Ereb-Îsraîlê ne di navbera her çar gelan de ye jî. Pirsgirêka her dû gelên herî qedîm û dîrokî yên herêmê Ereb û Kurdan bi modernîtaya Kapîtalîst re heye.  Welatên ku di komploya navneteweyî a 15’ê Sibata 1999’an de cih girtin û biryara girtina Rêber APO dabûn, heman welatan ev koma çete avakirin û berê wê dane ser civaka Êzidî, ku kok û ruhê civaka Kurd e. Heta ev rastî ji aliyê rêber APO ve nehatin eşkerekirin me bi xwe jî nizanî û me ev rewşa şîlo û tarî fêm nedikir. Ango ew êrişa hovane a qirkirinê, raste rast ji aliyê nîzama kapîtalîzmê ve pêkhat, ku serkêşiya wê Amerîka, Ingilîz û Almanya dikin. Tirkiyê-Qeter-PDK jî mîna kûkiçên wê yên nobedar tenê erkê xwe pêkanîn. (Ew jî çiqas anîne cih an na? di nîqaşê deye). Hemû hedefa van hêzan şerekî Kurd û Ereb yê qewmî û olî yê dîrokî derxin. Ji bo vê çi hêza wan hebû bikaranîn. Li Kerkûk û Rojava jî heman leystokên qirêj leystin. Eger di vê lîstokê de ser neketin, Heqîqeta Rêber APO û fikra wî ya wekhevîxwaz azadîxwaz û demokrat bû asteng û ne hişt biçin encamê. Vê rastiyê hem civaka Êzidî ji qirkirinê rizgarkir û hem civaka Ereb li hemberî van leystokên xeter hişyarkir.”

‘Bi navikê ve bi celadê xwe ve hatine girêdan’

Fermandar Kendal Çiya guhertinên di nav 8 salan de wisa nirxand û got: “Ji rizgarkirina Şengalê û heta niha Iraq di gelek merheleyan re derbas bû. Di van 8 salan de 3 serokkomar û 4 serokwezîr hatin guhertin. Weke wê jî di hemû wezaretan de guhertin hatin kirin. Ji aliyê Îranê ve jî Heşd el Şabî hate avakirin û mudaxeleyî rewşa Iraqê hate kirin. Li herêma Kurdistanê jî qaşo referanduma dewleta serbixwe çêbû, ji nişka ve şeqamek li nav çavê Mesûd Barzanî xistin û ji xew şiyarkirin. Jê re gotin dewletbûna Kurdistanê xeyaleke vala ye, lê emê destûrê nedin ku tu xeyal jî bikî. Bi carekê dema Barzanî çavê xwe vekir dît ku herêma Kurdistanê vegeriya ye rewşa xwe ya salên 1992’an û ji %51 axa başûrê Kurdisatanê ji dest daye. Weke tablo û erdnîgarî bi vî rengî ye, lê di rastiyê de bostek axa herêmê, cihê xaniyê wî jî di nav de di dest wî de ne maye. Hewlêr, Dihok û Silêmanî ku navendên qirkirina Kurdin, hatine firotin û şirket bi rêve dibin. Hikûmet bi temamî ketiye destê sîxuran û tenê xizmeta MîT- Mossad- Îtlaat ango qatilên Kurdan dike. Li holê, ne hikûmet û ne jî dewlet maye. Pirsgirêkên Barzaniyan ewqasî kûr û giran bûne nikarin û nizanin çawa ji navê derên. Bi navikê ve bi celadê xwe ve hatine girêdan. Ewqasî qedera xwe bi qedera dewleta Tirkiyê û Erdoxan ve girêdaye nikare kêliyekê jî jê qut bibe. Başûr bûye wîlayeteke Tirkiyê û Barzanî jî, walîyê wê ye. Ji her kesî bêhtir yê fermanên Erdogan rast û baş pêktînê Barzanî ye. Êdî ji bo wan gotinên weke Xayîn, Hevkar û Xwefiroş bê wate ne û kêm dimînin. Ji bo mirovên bazirgan û bê rêgez, kirîn û firotin pir normal e, xayîntî mijara henekaye, gotinên weke sîxur û hevkar jî, di bazirganiyê de nebin nabe û pir asayîne. Lê gelê başûr li hember vê rastiyê şiyarbûye û divê di têkoşîna xwe de rêyên cuda bikar bîne.”

“Li Kurdistanê bê rêxistin pelek darê na heje.”

Fermandar Kendal Çiya di dawiya axaftina xwe de vê yekê anî ziman û got: “Di van 8 salan de rêxistina DAIŞ weke nav, ji holê hate rakirin. Bê guman di pêşengiya gerîlayên PKK’ê û şervanê Kurdistanê li Iraq û Sûrî tola Şengal û Kobanê deh cara hate hilanîn û di sala 2018’ an de li Dêrezorê bi awayekî fiîlî DAIŞ hate têkbirin.  Di van 8 salan de deh cara zêdetir Rêveberiya Hewlêr û Bexdayê, bi amadebûn û zexta Tirkiyê û nûnerên Netewên Yekbûyî ji bo têkbirina Rêveberiya xweser a Şengalê civiyan û peyman îmzekirin. Qada esmanî a Şengalê ji dagirkeriya Tirkiyê re heta dawî hate vekirin û bi dehan car bi balefirên şer êriş pêkhatin. Di van çarsalên dawî de 24 seat bê navber balefirên keşfê yên Tirkiyê li esmanê Şengalê digerin. Di ragihandina Tirkiyê û PDK de timê êrişên derûnî û şerekî taybet dimeşînin. Şengal di warê leşkerî de dorpêç kirin û di warê aborî de ambargo danîn ser. Di hêla ewlekarî de jî weke ku timî krîz û alozî hene dan nîşandan. Her wiha di warê îdarî de jî mîna ku kaos heye û PKK’ ê dest daniye ser her tiştî nîşandan. Ango di her warî de civak dibin şerekî dijwar deye. Di vir de tişta pir balkêş derdikeve holê hêza gel e. 2014’an dema DAIŞ êrişkir di rojekê de her tişt serûbinkir û li holê tiştek nehişt. Lê niha rastiyek heye ku 8 sale dewlet jî di navde tu hêz nikare civaka Êzidî têkbibe. Raste civak ewladên xwe yên herî hêja feda dike, lê hêz û îradeyeke ji pola çêbûye. Hêz û îrade ya rast bi rêxistinê tê bi dest xistin. Rêber Apo bê wate negot; ‘Li Kurdistanê bê rêxistin pelek darê na heje.’ Ango me çi bi dest xistiye, me bi rêxistibuyinê bi dest xist. Emê ji vir û wiha de hê bêtir xwe bi rêxistin bikin û bi xwe mafê xwe bi dest bixin. Bi vê wesîlê car din em salvegera rizgarkirina Şengalê li hemû hevalên xwe, dostê civaka Êzidî û li gelên Kurdistanê ê berxwedêr pîrozdikin.”

ROJ LALEŞ/ROJNEWS

Show More
Back to top button