Di êrîşa Sinûnê de rojnamevanek jî birîndarbû

Di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de li Sinûnê 6 kes birîndarbûn ku di navê de peyamnêrê Çira TV’yê Salih Berces û zarokek jî birîndarbûn.

Îro beriya nîvro balafira Bêmirov û biçek a artêşa Tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê û bazara Sinûnê barand. Di encama bombebaranê de hate gotin, 6 welatî birîndarbûne. Li gorî agahiyên ku peymanêrê me ji herêmê daye, di nava birîndaran de li gel zarokek, rojnamevanek Êzidî jî birîndar bûye.

Hate zanîn rojnamevanê birîndar bûye peyamnêrê Çira Tv’ye û navê wî Salih Berces e. Xebatkarên Çira Tv’yê diyar kirin Salih Berces rakirine nexweşxaneya Mûsilê û li wir tê dermankirin.

Hêjayî bibîrxistinêye Salih Berces par jî di meha Nîsanê de di dema şopandina xwepêşandanek li dijî êrîşên Tirkiyeyê de li Xanesorê di encama destwerdana artêşa Iraqê de birîndarbûbû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button