Di encama êrîşa dewleta Tirk de zarok jî di navê de gelek welatî birîndar bûn 

Di encama êrîşa balafirên Tirk ya dijî Sinûnê de ku dukandar jî hatin hedef girtin, hate ragihandin ku hejmara birîndaran zêdeye û di navê de zarok jî hene.

Balafira bêmirov û biçek a Tirk ku Meclîsa Gel a Sinûnê hedef girt, hate gotin dukanekî welatiyan jî hedef hatiye girtin. Li gorî agahiyên destpêkê hejmara birîndaran zêdeyî çar kese û di navê de zarok jî hene.

Li gorî dîmenên ku derketiye û agahiyên bidest ketine, êrîş  ne tenê li dijî Meclîsa Gel a Sinûnê pêkhatiye, dukanên welatiyan jî rasterast hatine hedef girtin. Piştî bûyerê welatî û hêzên Iraqî ji bo lêgerînê li cihê bûyerê kombûne û heya van kêliyan jî lêgerîn berdewame.

Peyamnêrên me ji cihê bûyerê ragihandin, hejmara birîndaran zêdeye û di navê de çend zarok jî hene, lê ji ber astengiya hêzên Iraqê nekarîne xwe bigihînin nexweşxaneyê û van agahiyan piştrast bikin.

Têkildarî mijarê heya niha Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyanî nedaye.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button