Serokeşîrên Şengalê: Emê li ber xwe bidin û terka Şengalê nakin! 

Piştî êrişa dewleta Tirk a li Sinûnê bi dehan serokeşîr li hev kom bûn û li hemberî êrişan peyama berxwedanê dan û gotin: “Bila baş bizanibin, bila balafirên xwe bînin, lê em terka Êzdiyatiyê nakin. Em terka Şengala xwe nakin, em terka rêxistina xwe nakin, her emê li ber xwe bidin û doza mafên xwe bikin.”

Dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bêmirov a biçek îro di saet 11.30’ann de Meclîsa Gel a Sinûnê û dikanekî welatiyan bombebaran kir. Di encama vê êrişê de bapîr û neviyê wî yê 12 salî jiyana xwe ji dest dan û 6 kesên din birîndar bûn.

Piştî êrişa dewleta Tirk, Heyeta Eşayîrî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi daxuyaniyekî êrişan şermezar kir. Daxuyanî li navenda Heyeta Eşayîrî ya Şengalê hate dayîn û zêdetirî 20 serokeşîrên Şengalê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Hisên Hecî ve hate xwendin.

Hisên Hecî destnîşan kir ku fermana li ser civaka Êzidî hê jî berdewam dike û wiha axivî: “Em dengê xwe digihînin saziyên mafên mirovan, hikumeta Iraqê heya niha jî tu caran cidî li ser karê Şengalê nesekiniye, hikumeta Iraqê ji xwe ber şermezarkirî ye, miletekê di fermanê re derbas bûye, lazim e parastina wê bikira.”

‘Li gund, nexweşxane û dikanan didin’

Hisên Hecî diyar kir ku ev êriş bi hevkariya dewleta Tirk û hikumeta Iraqê pêk tên û bi van gotinan rexne li hikumeta Iraqê anî: “Bila hikumeta Iraqê êdî bi erke xwe rabe, bes balefirên dewleta Tirk werin li gundê me, li nexweşxaneyan li dikanan bide. Hikumeta Iraqê çima heya niha bêdeng e?’’

‘Em terka Êzdiyatiyê nakin’

Hisên Hecî di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku planên li ser Şengalê bi dawî nabin û wiha got: “Bila baş bizanibin, bila balafirên  xwe bînin, lê em terka Êzdiyatiyê nakin. Em terka Şengala xwe nadin, em terka rêxistina xwe nadin, her emê li ber xwe bidin û doza mafên xwe bikin.”R

ROJNEWS-ŞINGAL

 

Show More
Back to top button