Li Mexmûrê hewildan hate şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), plan û hewildanên dagirkirina Şengalê ji aliyê Meclîsa Îştarê ve li Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:”Ne qedera jinên Şengalê ye ku di bazaran de werin firotin.” Daxuyanî ji aliyê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştarê Xurbet Îşlek ve hat xwendin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Ne qedera Êzidiyan e ku her tim di bin ferman û kuştinan de were hiştin. Tevî ku 73 ferman li ser Şengalê hatiye pêkanîn hê jî hinek hêz dixwazin fermanek nû li ser Şengalê bidin pêkanîn. Ji bo vê ketina nava hewildanên tunekirina vîna şêniyên Şengalê didomin û bi hevpeymanên qirêj dixwazin Hêzên Parastina Cewherî ya Şengalê belav bikin. Her wiha dagirkerî û planên xwe yên qirêj bi encam bikin lê divê ev planên wan bi encam nebin. Loma hewildan û têkoşîna şêniyên Şengalê di astek girîng de ye. Helwesta heyî cihê şanaziyê ye.

Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan çû Bexdayê bi hinek rayedarên Iraqê re li ser têkbirina statuya Şengalê li hev kirin û piştî vê hevdîtinê peymanek di navbera PDK’ê û hikumeta Iraqê de di 9’ê Cotmeha 2020’an de hat mohrkirin. Gelek balkêş e peymana qirêj a li ser Şengalê di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye. Bi vê peymanê û êrişên berê li ser Şengalê bi destên Pêşmergeyên Roj pê kanîn. Dixwazin fermana 2014’an ya DAIŞ’ê ku di nîvî de maye temam bikin. Ev kiryarane dijminahiya li hember gelê kurd dide diyarkirin û di heman demê de berdewamiya komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. 6 sal in şêniyên Şengalê heta roja îro ji bo birînên xwe derman bike, ji bo pêşî li fermanên nu bigire xwe bi rêxistin kirin û parastina xwe ya cewherî ava kirin û bûn parêzvanên xaka xwe ya pîroz.

Tiştê ku mirov bikare biparêze ya mirov e. Ne qedera şêniyên Şengalê ye ku di fermanan re derbas bibe, ne qedera jinên Şengalê ye ku di bazaran de werin firotin û ne qedera şêniyên Şengalê ye hestiyên laşê wan hêj nehatine dîtin. Em weke gelê wargeha Şehîd Rustem Cudî tevahî êrişên li ser Êzidîyan û xaka pîroz Êzîdxanê şemezar dikin. Ji bo carek din ferman li ser Şengalê neyê kirin, em bang li hikumeta Iraqê dikin xwesertî û hêzên parastina Şengalê nas bikin. Banga me ji bo tevahî dostên kurd û şêniyên Şengalê yên ji derveyî welat ew e ku ji bo xweseriya Şengalê rabin ser piyan. ”

ÇAVKANÎ: JİNNEWS

Show More
Back to top button