TAJÊ 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Şoreşa Rojava ji bo civaka Êzidî û bi taybetî ji bo jinan çavkaniya moral û hêzê ye.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek weşand. TAJÊ di daxuyaniyê de 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û got: Şoreşa Rojava ji bo civaka Êzidî û bi taybetî ji bo jinan çavkaniya hêz û moralê ye”.

“Şoreşa 19 Tîrmehê, şoreşa jin e”

Di daxuyaniyê de bal li ser hat kişandin ku Şoreşa Rojava wekhevî û azadiya hemû pêkhateyan şênber kiriye û wiha hat gotin: “Gelên Rojhilata Navîn di bin zilm û zordariya rêveberiyên deshilatdar de bi hezar salan e ku şerê azadî û demokrasiyê didin. Gelê Kurd jî yek ji van gelan e ku di rêbertiya Rêber APO de têkoşîna azadiyê dide. Weke encama şer, têkoşîn û berxwedana 40 salan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî jî 19’ê Tîrmehê li Kobanê agirê şoreşê dadan. Ev şoreş di heman demê de bû hêviya rizgariya hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn. Îro êdî şoreşa Rojava bi hemû pêşketinên xwe, ket deh saliya xwe. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê, şoreşa jin û şoreşa bratiya gelan e. Şoreşeke demokratîk e ku hemû netew, ol, bawerî û çandan hembêz dike. Projeya Rêber APO ya Netewa Demokratîk, alternatîfa jiyana azad û wekhev e ku dikare ewqas pêkhate bi aştî û aramî li gel hev bijîn.”

“Xwedî li civaka Êzidî derketin”

TAJÊ di daxuyaniyê de bal lê kişand ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de şervanên YPG, YPJ û gelê li Rojavayê Kurdistanê xwedî li civaka Êzidî derketine û wiha domand: “Di dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, şervanên YPG û YPJ’ê, dost û gelê me yê welatparêz bi felsefeya Neteweya Demokratîk bi erken xwe yên mirovahî rabûn û xwedî li civaka Êzidî derketin. Heta niha jî gelek caran dema ku civaka Şingalê bi êrîş û tehdîtan re rû bi rû maye, pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî desteka xwe diyar kirine. Li ser vî bingehî em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) dibêjin ku şoreşa Rojava, ji bo civaka Êzidî, bi taybetî ji bo jinan çavkaniya moral û hêzê ye. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku gelên herêmê bi pêşengtiya jin û ciwanan wê hemû gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker vala derbixin. Bi vê hêzê xwedî li destkeftiyên Rojava derkevin. Em weke TAJÊ bi navê jinên Êzidî, 10’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber APO, şehîdên şoreşê û li gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê pîroz dikin.”

JINHA-ŞENGAL

Show More
Back to top button