Berhema Tirsa ji Pergala Alternatîf ya Ocalan; Peymana Şengalê

Rojnamevan Ferda Çetîn destnîşan kir ku derxistina PKK'ê ji Başûr û peymana Şengalê planeke DYA'yê ye ku ji hêla nûnerê taybet ê Trump ê Sûriye û Iraqê James Jeffrey ve hatiye amadekirin

Rojnamevan Ferda Çetîn destnîşan kir ku desthilata nû ya DYA’yê ya bi serokatiya Biden, ji bo ku berjewendiyên xwe yên li Iraqê biparêze, dê hewl bide koalîsyoneke biîstîqrar ava bike û got Biden ji dînamîkên nû re vekirî ye.

Rojnamevan Ferda Çetîn peymana Şengalê wekî berhema tirsa ji pergala alternatîf a rêber Abdullah Ocalan nirxand û got hewldana derxistina PKK’ê ji Başûrê Kurdistanê, planek e ku ji aliyê James Jeffrey ve hatiye amadekirin. Çetîn got ji bo ku ev plan pêk were, divê rêveberiya Biden jî destûrê bide û dewleta Tirk û PDK hewl didin van peymanan bi lez û bez bixin meriyetê û rewşeke defakto çêkin.

Polîtîkaya dewleta Tirk a dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê, piştî hatina Biden rûdanên muhtemel, hevkariya PDK’ê ya bi hêzên dagirker re û peymana Şengalê, me ji rojnamevan Ferda Çetîn pirsîn.

SIYASETA BIDEN: AVAKIRINA KOALÎSYONEKÊ Û BERFIREHKIRINA DORPÊÇA LI SER ÎRANÊ

Çetîn tekez kir ku armanca bingehîn a Biden ku nû hatiye ser desthilata DYA’yê, avkirina koalîsyoneke aram e ku dê berjewendiyên xwe li Iraqê biparêze û got: “Piştî damezirandina vê koalîsyonê, di qonaxa duyemîn de, armanc ew e ku şerê dorpêçê yê li dijî Îranê kûr bibe. Ji bo vê armancê, DYA bi yekcarî piştgiriyê dide hikumeta navendî ya Iraqê, dewleta Tirk û rêvebiriya PDK’ê bi wan teşwîq dike ku beşdarî “koalîsyon”a nav Iraqê bibin. Rêveberiya Trump vê siyaseta ku di dema Obama de dest pê kiriye, berdewam kir. Dibe ku rêvebiriya Biden di vê xetê de tu guhertinên girîng çêneke.”

BERJEWENDÎ Û NAKOKIYÊN KOALÎSYONA SÊALÎ

Çetîn diyar kir ku ev koalîsyona sêalî ku dê berjewendiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Rojhilata Navîn biparêze û di şerê li dijî Îranê de li tenişta wî bisekine, nakokî û berjewendiyên wê yên li hev nekirin, hene û got: “Hikumeta Başûrê Kurdistanê, parlamentoya wê, partiyên siyasî û bi giştî gelê Başûr naxwazin PDK bi dewleta Tirk û hikumeta Iraqê re li dijî PKK’ê hevpeymanekê çêke. Hebûna şîeyan a li Iraqê, realîteyek e ku ne Îran ne jî DYA li gorî daxwaza xwe bikarin bi rê ve bibin û bi siyaseta sunnî-îxwanî ya dewleta Tirk re jî li hev nake.”

‘DYA DÊ LI IRAQÊ DESTEKÊ BIDE HEVKARIYA IRAQ-PDK-TIRKIYÊ’

Çetîn got hikumetên heyî yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê nikarin bersivê bidin pêdiviyên civakî, siyasî, aborî û çandî yên civakan û ew li pêşberî bertekên civakî yên zêde dibin, di rewşeke pir lawaz û nazik de ne û wiha axivî: “DYA, wek nûnera xwedî bandor a pragmatîzma Brîtanyayê, ji aliyekê ve piştgiriyê dide hevkariya Iraq-PDK-Tirkiyê, ji aliyekî din ve jî pêşveçûnên civakî, dê ji guherîna hêzê û dînamîkên nû re vekirî be.”

‘KONFORA ERDOGAN DÊ NEMÎNE’

Çetîn diyar kir ku bi hewldanên taybet ên Trump di doza Halkbankê de hewcedariyên qanûna CAATSA’yê nexistin meriyetê û heke Tirkiye anmbargoya li ser Îranê binpê bike, konfora ku di dema Trump de ji Tirkiyê re hatibû dayîn dê bi rêveberiya Biden re biqede. Têkildarî bê ka ev rewş bandoreke çawa li dagirkeriya deweta Tirk a li Iraq û Başûrê Kurdistanê bike jî, Çetîn wiha got: “Ev bi têkiliyên Tirkiye-Yekitiya Ewropayê (YE) û Tirkiye-Rûsyayê ve û bi encamên dan û standinên bê yên S-400’an ve girêdayî ye. Bê guman ya girîngtir û diyartir bertekên Kurdan, iraqî, hikumeta Bexdayê û Rêxistina Hevkariya Îslamî yên li dijî êrişên Tirkiyê ye ku 40 baregehên leşkerî li axa Iraqê çêkirne û bi eşkere binpêkirina mafên serweriya iraqê dike. Her ku ev bertek zêde bibin, dê DYA jî li dijî hebûna dagirkerya dewleta Tirk a li Iraqê rabe.”

PLANÊN PARVEKRINÊ YÊN SALÊN 1916 Û 1921’AN

Çetîn destnîşan kir ku pirsgirêkên hêzên cîhanî yên bi şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a Şengalê û  PKK re, ji ber vê yekê ne ku nûnerên pergalên cuda ne û wiha pê de çû: “Ji bo nûkirina nexşeyên ku di 1916 û 1921’an de li Rojhilata Navîn çêkirine; ew bi dabeşkirina xak, behr, giravan, petrol û hêzê ve mijûl dibe. Di vî warî de, hêzên statukoparêz ên herêmî di heman pergalê de bi hêzên navneteweyî re li ser parvekirina desthilatê di nava netewedewletan de, hesaban dikin. Li aliyê din, tevgera azadiyê ya Kurdan, civakeke demokratîk-ekolojîk, ne zayendparêz û azadîxwaz a polîtîk-exlaqî di çarçoveya neteweya demokratîk de ku xwe naspêre yek etnîsîteyê, pêşniyar dike. Ev sîstem projeyeke rêber Abdullah Ocalan e û ji hêla PKK’ê ve jî tê destek kirin.”

BERHEMA TIRSA JI PERGALA ALTERNATÎF A OCALAN: PEYMANA ŞENGALÊ

Çetîn destnîşan kir ku derxistina PKK’ê ji Başûr û peymana Şengalê planeke DYA’yê ye ku ji hêla nûnerê taybet ê Trump ê Sûriye û Iraqê James Jeffrey ve hatiye amadekirin û got di Tebaxa 2020’an de heyeta DYA’yê çû serdana Bexda, Hewler û Silêmaniyê û bi armanac ku YNK û Bexdayê jî tev li hevkariya Tirkiye-PDK’ê bikin, hevdîtin kirine, YNK tev lê nebûye lê Iraq jî hatiye îqnakirin û di 9’ê Cotmehê de peymana Şengalê hatiye çêkirin.

Çetîn got: “Xwediyên pergala kapîtalîst ji xwe re wekî xetere û tehdîdeke mezin dibînin ku ev pergala ku xwe naspêre erdnîgarî, etnîsîte û olan, li herêmeke wekî Rojhilata Navîn wekî mînakek zindî xuya bike.”

Ferda Çetîn diyar kir ku ew ditirsin ku ev pergal wek alternatîfa wan belav bibe û “peymana Şengalê” berhema dijberiyeke wisa ye.

Têkildarî êrişên li ser herêmên gerîla û Şengalê jî Çetîn got ev êriş li Başûr û tevahiya Kurdistanê bûne sedema hêrsa gel û wiha pê de çû: “Peymana dewlet Tirk-PDK’ê wekî encameke pêşkeftî hate nîşandan, ji ber ku partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar û civak ji bilî PDK’ê dê razî nebin. Dirêjkirina demê hem ji bo dewleta Tirk hem jî ji bo PDK’ê pirsgirêk e. Pirsgirêk dualî ye. Ya yekem; hemû hêzên kurdistanî hevkariya PDK-dewleta Tirk red dikin û pêşniyar dikin ku dan û standin û diyalog di navbera PDK û PKK’ê de hebe û ev bendewarî roj bi roj mezintir dibe. Di vê nuqteyê de, PDK tecrîd bûye. Ya duyemîn; erêkirina rêveberiya Biden ji bo pêkanîna van plan û peymanên di dema Trump -Jeffrey de hewce ye.

Dewleta Tirk û PDK dixwazin vê biryara ku di serdema Trump de hatiye dayîn, bigihînin encamekê û rewşeke defakto çêkin. Îhtîmala guherandina plansaziyê ku ji hêla rêveberiya Biden ve hatiye çêkirin û nûnertiya nû ya Iraqê, her du aliyan eleqeder dike.”

Rojnamevan Ferda Çetîn got: “PDK ne tenê erdên Başûrê Kurdistanê û 40 baregehên leşkerî dan dewleta Tirk; li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê di nav tenêtî û tecrîdeke mezin de ma û bû hevalbenda herî girîng a Tirkiyê. Piştgiriya PDK’ê veguheriye hevkariyeke mezin ku hevkariya dewleta Tirk a bi DAIŞ, dagirkerî, polîtîkayên qirkirin û dijminatiya li Kurdan dinixumîne. “

‘TIŞTA KU BI SALAN 4 DEWLETÊN DAGIRKER NEKIRIYE, PDK DIKE’

Ferda Çetîn bal kişand ser çêkirina qereqolan li ser sînorê Rojava yê bi Şengal û Başûr re û got dixwazin têkiliya Rojava ya bi Şengalê re bibirin û diyar kir ku hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re di nava gel de bûye sedema bertekan û PDK ji aliyê leşkerî ve qels e, lewma jî ditirse û di hewl dide di şerekî muhtemel ê li dijî PKK’ê de pêşî li YPG-YPJ’ê bigire ku piştgiriyê bidin gerîla û wiha lê zêde kir: “Mesrûr Barzanî jî daxwazek ji DYA’yê kir ku YPG’ê di vî warî de hişyar bike. Li ser sînorê Rojava-Başûr çêkirina qereqolan, kolandina xendekan û danîna têlan, li wan qereqolan li dijî gerîlayên Kurd bi leşkerên Tirk û Iraqê re kemîn danîn, ji xiyanetê jî wêdetir e. Ji ber ku tiştê ku çar dewletên kolonyalîst bi salan nikaribû bikin, niha PDK dike.”

ÇAVKANÎ; ANHA

Show More
Back to top button