NAV-YÊK ji bo Şengalê banga berxwedanê kir

NAV-YÊK (Federasyona Komeleyên Êzîdiyan) jî bi daxwuyaniyek diyar kir ku Şengal û civaka me di hedefê ne û ji bo Şengalê banga berxwedanê kir

NAV-YÊK’ê bal kişande ser Peymana 9’ê Cotmehê û got, ”Eynî hêzên ku rê li ber qirkirin û fermana 3’yê Tebaxa 2014’an vekirin plan û pêvajoyeke dî ya komployê bi navê ‘Peymana Şengalê danîn.”

NAV-YEK’ê bi berdewamî diyar kir PDK û hikûmetên Bexda-Enqere bi peymana 9’ê Cotmehê dane ber xwe ku nirx û destkeftiyên civaka me yên li Şengalê, vîna azad û hêza xweparastinê ya Şengalê tasfiye û tine bikin û got PDK, Bexda û Enqere Şengalê û civaka me ji bo ku siyaseta xwe ya li heremê û armancên xwe bi cih bînin weke xeleka herî qels dibinin. NAV-YEK wiha pêde çu: “Bi dagirkirina Şengalê û şikandina vîna Êzîdiyan dixwazin siyaseta xwe ya li herêmê berbelav bikin.”

Bi berdewamî hate diyarkirin pûçkirina komplo û êrîşên li ser Şengalê wê were maneya jiqewetketina hêzên mêtinger, emperyal, qirker û paşverû, ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn wê were maneya hilmstandin, aramî û azadiyê.

NAV-YÊK’ê got,”Ji ber vê jî em bang li gelê xwe, dostên xwe dikin ku ji bo azadî, aramî û xweseriya Şengalê bi hêstiyar bin, ser piyan bin, derkevin qadan, li ber xwe bidin û piştevan bin.”

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button