Fermandar û Şervanên YBŞ-YJŞ’ê: Wê kes nekaribe êdî komkujiyan bi ser Êzidiyan de bîne 

Fermandar û şervanên YBŞ û YJŞ’ê: “Fermana 3’yê Tebaxê ji bo tinekirina, çand û ola qedîm ya Êzidiyan bû, lê ev daxwaza wan pêknehat.  Ya ku gelê me ji qirkirinê xilaskir, yek çiyayê Şingalê, ya duyemîn jî gerîlayên azadiyê bûn. Heya ev îradeya gelê me hebe wê kes êdî nekaribe komkujiyek li ser me pêkbîne.”

Ji bo 8’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an tenê çend rojek man, ji niha de xebatên ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê destpêkirine. Bi vê re jî nerazîbûn û çalakiyên dijî komkujî û êrişên ser civaka Êzidî jî tên kirin. Fermandar û şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji Rojnews re axivîn.

‘Armanc tinekirina çand û baweriya Êzidiyan bû’

Destpêkê şervana YJŞ’ê ya bi navê Zîlan Egîd hemû şehîdên fermanê û yên ku ji bo welat şehîd ketine bibîr anî û got; “Armanca fermanê tinekirina çand û baweriya Êzidiyan bû. Fermana 3’yê Tebaxê ne êşek ku wisan bi hêsanî were ji bîr kirine. Taybet di asta keç û jinên hatine girtin û heya roja me ya îro de jî di bazara de têne firotin. Ji bo gelê me yê Êzidxanê êşa ku hatiye jiyan kirin jibîrkirin îxaneteke. Di fermana 2014’an de îxaneta  herî mezin li gelê me hate kirin. Beriya fermanê hezaran pêşmergeyên  PDK’ê li Şengalê hebûn, lê belê parastina me nekirin û reviyan. Di nav îxaneta pêşmergeyan de û di nav êşên fermanê de hêza ku destê xwe dirêjî me kirî  û gel ji qirkirinekê xilas kirî milîtanên Rêber  APO bûn. Ev jî hişt ku di gel de ji nû ve baweriyek bê ava kirin.”

‘Gelek kes hatin qetilkirin’

Şervanek din ya Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) Edesa Nûjiyan jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Nûjiyan got ku ferman ji bo tinekirina ola qedîm bû û wiha pêde çû; “Di fermanê de gelek mirovên me hatin qetilkirin, revandin, kuştin û zarok ji tî û birçîbûnê şehîd diketin. Yên ku di Şengalê de xwîn rijandin, berxwedan û korîdora mirovahiyê vekirin gerîlayên azadiya Kurdistanê û şervanên YPG û YPJ’ê bûn. Van berxwedêran hişt ku em bibin îrade da ku bikaribin xak, çand û ola xwe biparêzin.”

‘Armanca wan pêknehat’

Yek ji fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê Dilbirîn Sîba jî diyarkir ku wî bi xwe çavên xwe komkujiyê li ser Êzidiyan dît, armanc tinekirin bû, lê nekarîn. Dilbîrîn dibêje; “Di roja me ya îro de jî plan û êrişên dewleta Tirkiyeyê bi heman awayî dewam dikin. Ya ku gelê me ji qirkirinê xilaskir, yek çiyayê Şingalê, ya duyemîn jî gerîlayên azadiyê bûn. Îro gelê me bûye xwedî îrade. Heger îro em dikarin xwe û çiyayên xwe diparêzin, bi keda hevalên ku li wir şehîd ketine.”

‘Îrade rê li planên qirkirinê digre’

Ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê Amed Hemîd jî got; “Yên ku gelê me rizgarkirin, me her 12 siwariyên azadiyê bûn. Gel ji komkujiyê rizgarkirin, ciwan perwerde kirin da ku gel bikaribin parastina xwe bikin. Di fermanê de îxaneta PDK’ê ti carî nayê ji bîr kirin, niha jî PDK dibêje emê werin Şengalê. Heta ku ev îradeya gelê Şengalê heye, tu kes nedikare were Şengalê ne jî wê bikare li ser gelê me planên qirkirinê pêk bîne.

LALEŞÎN ZERDEŞT/HÊJAR AVESTA

Show More
Back to top button